Dayikên Şemiyê di hefteya 1060'an a çalakiya xwe de hatin ba hev
Dayikên Şemiyê daxwaz kirin ku kiryarên Hasan Gulunay bên cezakirin ku beriya 33 salan ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate binçavkirin û piştre hate windakirin.

Dêrsim- Meclîsa Jinan a Komeleya Elewî ya Demokratîk (DAD) li Dêrsimê bi dirûşmeya "Heqîqet rêya dayîkê ye" komxebatek li dar dixe. Komxebat dê du rojan bidome. Komxebat roja ewilî li gundê Marçîk Sînan pêk hat. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin beşdarê komxebatê bûn.
Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Dogan axaftina destpêkê kir û got: “Ev komxebat destpêkek bû. Dayîk xwedî gotin in û gotinên wan ên hêja hene ku bi me re parve bikin. Dibe ku mêr li şûna we axivîbin, lê me dixwest em ji we bibhîzin ka we çi jiyan kiriye. Îro, ew ê wan gotinên zelal û paqij ên wan demên kevnar li vir bin.”
Komxebat bi axaftinan didome.