Damezrînera RAWA Meena Keswar Kamal li Afganistanê hat bibîr anîn

Jinên ji rêxistina RAWA damezrînera RAWA Meena Keswar Kamal bi bîr anîn û bê peyamê dan, “Li hemberî guleyên Talîbanê em rawestiyan û bêdeng neman. Ji bo mafê xwe em ê têbikoşin û em dest ji têkoşîna xwe bernadin.”

BAHARÎN LEHÎB

Kabul- Yekitiya Jinên Şoreşger a Afganistanê RAWA pêşenga xwe ya damezrîner Meena Keshwar Kamal bi bîr anî. Meena Keshwar Kamal a tevî komek havalên xwe di sala 1977’an de rêxistina RAWA’yê ava kirin, di 4’ê Sibata 1987’an de bi awayek sekvanî hat qetilkirin. Jinan diyar kirin ku ‘Meena digot têkoşîna li dijî dagirkeriya Rûsan ji têkoşîna li dijî ajansên emperyalîzmê, leşkeriya bi pere ne cuda ye û her dem civakê di vî alî de hişyar dikir. Seroka me beriya 40 salan rastiya desthilatdariya tundraw dizanibû, texmîn dikir ku dijminê medeniyet û pêşverûtiyê ne.’

‘Jinên Afgan dest ji têkoşînê bernadin’

Jinan diyar kirin ku piştî Talîbanê rêveberiya Afganistanê xistiye bin destên xwe xwestiye zextê li jinan bike û wiha gotin: “Pêşdîtinên Meena Keshwar Kamal ev yek carek din xwe da der. Jinên Afgan bi awayek hovane hatin qetilkirin, rastî îşkenceyan hatin û wan xistin girtîgehan. Bi hatina Talîbanê re jinên Afgan zext û gefên ku mînakên wê nehatine dîtin, jiyan. Jin li hemberî guleyên Talîbanê sekinîn û bêdeng nebûn. Ji bo mafên xwe hemû cureyên têkoşînê berdewam dikin û dest ji têkoşîna xwe bernadin.”

Di bernameya merasîma bîranînê de axaftin hatin kirin, piştî axaftinan helbesta bi navê ‘Welatê min çi bû’ ku ji biyografiya Saeed Sultanpour a çend roj berê jiyana xwe ji dest daye ji bo piştgiriya xwepêşandanan hat xwendin.

Meena Keshwar kî ye?

Meena Keshwar Kamal yek ji jinên pêşeng ên Afganistanê ye ku ji ber ji mirinê netirsiya û têkoşîna xwe domand bû hedef. Bi komek havalên xwe re di sala 1977’an de armanca wê ew bû ku bibe dengê jinên ku tiştek wan tune ye û dengê wan hatiye qutkirin RAWA’yê ava kir. Di sala 1979’an de dema ku Afganistan ji aliyê Yekitiya Sovyetan ve hat dagirkirin, Meena Keshwar Kamal li dijî rejîma ku hatibû avakirin bû pêşenga têkoşîna serbixwe. Ne tenê li hemberî dagirker û hikumeta tundraw, di heman demê de di hedefa tundrawên ku Amerîkayê xwedî dikirin de bû.

Meena Keshwar Kamal di 4’ê Sibata 1987’an de li gorî hinekan ji aliyê KGB’ê ve li gorî hinekan ji aliyê servîsa veşartî ya JAD’ê, li gorî hinekan jî ji aliyê sîxurên serokê olperestê tundraw Gulbeddin Hikmetyar ve hatiye qetilkirin. Cenazeyê Meena Keshwar Kamal nehat dîtin, sekvanê ku Meena Keshwar Kamal qetil kir li xwe mikur hat û got; ‘Me ew kuşt’ lê belê aşkera nekirin ku li ser navê kê ew kuştine. Meena Keshwar Kamal a jku bûye hedefa desthilatdariya olperestên netewperset û hat qetilkirin, cihê xwe di têkoşîna dîrokî ya jinan de girt.