‘Dadgeh û civak jinan neçarî qebûlkirina tundiyê dike’

Mamoste Rûqiya Osman bal kişand tundiya ku li Başûrê Kurdistanê zêde dibe û got: “Heta roja îro, tundî didome û dadgeh û civak jinan neçarî qebûlkirina tundiyê dike û ev yek jî dibe sedema zêdebûna tundiyê.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Bi bajarîbûn û teknolojiyê re, tundî bi şêwazên cûda xwe nîşan dide. Pirsgirêkên ku berê di nava malbatê de dihatin dîtin berdewam kirine û tundî ji welatekî ji bo welatekî din cûdahî nîşan daye. Her çend li welatên pêşketî ji ber hişmendiya bilind e, tundiya li dijî jinan di astên kêm de tê dîtin jî, li welatên Rojhilata Navîn ji ber kêmbûna hişmendiyê tundiya li dijî jinan di astekî bilind de ye. Li Herêma Kurdistanê jî pirsgirêk hêj pir in û qanûn bi têra xwe bandorker nîne. Îro nifûs zêde bûye û tundî bi awayên cûda didome. Lêbelê, jin neçarin hebûna xwe îspat bikin ku bikaribin li dijî zext û sînorkirinên ji aliyê serdestiya mêr û pergalê ve tên ferz kirin têbikoşîn. Her wiha jin dikarin bi rêya rêxistinên xwe hewl bidin tundiyê kêm bikin û mafên xwe li Rojhilata Navîn bi dest bixin.

‘Piştî pêkanîna xebatan tundî didome û zêde dibe’

Endama hînkariyê ya Fakulteya Pargîdanî ya Zanîngeha Silêmaniyê Rûqiya Osman, wiha got: "Li Rojhilata Navîn tundî heye û ev yek mîna du astan tê dîtin. Tundî û zilm ne tenê li dijî jinan e, li dijî tevahiya mirovahiyê ye. Tevî hewldanên kêmkirina tundiyê, civak tundiyê didomîne. Lewma jin li hemberî serdestiya mêran û astengiyên navmalî mîna welatiyên çîna duyemîn tên dîtin. Her çend hin rêxistin û xizmetên civakî hewl didin alîkariya jinan bikin jî, piranî caran nikarin piştgiriyek têrkêr bidin. Dezgehên medyayê, di çareserkirina tundiya li dijî jinan de rolek bi bandor nalîzin û di hin rewşan de jî pêkhatina tundiyê paşguh dikin. Ya herî girîng, dadgehan mafên jinan bi têra xwe naparêzin. Dema jinek tê qetilkirin an jî rastî tundiyê tê, doz tên vekirin, lê ji ber sedemên siyasî an jî civakî, doz bi awayekî pêwîst nayê girîng ditîn. Dema jin rastî tundiyê tê, di dadgehan de doz bi nêrîna serdestiya mêr tê dîtin; lewma dadgehan ji bo zêdebûna tundiyê zemîn amede dikin.”

‘Qanûnên hêyî ji bo pêşîgirtina tundiya li dijî jinan ne têrkêr in’

Rûqiya Osman, axaftina xwe wiha domand: "Heta roja îro, tundî didome û dadgeh û civak jinan neçarî qebûlkirina tundiyê dikin. Ger di civakê de jinek daxwaza hevberdana qanûnî bike, dadgeh û civak zextê li jinê dikin ku her êrîşa derûnî an jî devkî qebûl bike. Rûxmê ku berê cînayetên jinan ji aliyê medyayê ve di dema dozên de dihatin veşartin jî, îro cînayet û tundî zêde bûne û medyayê êdî nikare bûyeran di dosyayên dozê de veşêre. Ev rewş ji bo qetilkirina jinan ên bi sedema siyasî û bipergalî zemîn amede dike. Ya herî girîng, ger qanûn li dijî cînayetên jinan neyên sepandin, ji bo qetilkirina jinan derfet tên afirandin. Li Kurdistanê û Iraqê qanûn bi têra xwe nayên sepandin û hebûna cûrbecûr amûrên kuştinê û çekên di malan de tundiyê zêde dike. Wezaret û yekîniyên eleqedar, nikarin pêşiya dabînkirina çekan a ji sivîlan re bigirin û ev yek jî dibe sedema zêdebûna cînayetên jinan.”

Rûqiya Osman, di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Divê rayedarên peywendîdar rê li ber hebûna çekan a di malan de bigirin an jî nehêlin ku rayadarên leşkerî çekên xwe bibin malan. Bivî awayî dikarin pêşiya zêdebûna tundiyê bigirin. Divê hişyariya jinan bi hewldanên wan bê bilindkirin. Divê jin bi hişmendiya xwe re ji bo çareserkirina tundiyê hewildanan bidin. Ger tundî di nav malbatê de çêbibe, divê ji bo dîtina çareseriyan tedbîran bigirin. Ger çareserî peyda nebin, divê serî li rêxistinên jinan û dadgehan bide û pêşiya pêkhatina tundiyê bigre.”