Cûliya Xelo: Ji êrişan herî zêde zarok bandor dibin

Rêvebera Navenda şilêr a Parastina Mafê Zarokan Cûliya Xelo têkildarî zirarên şer û êrîşan li ser jiyana zarokan nirxandin kir û ev tişt got: “Dagirkeriya dewleta tirk û êrîşên wê yê li ser heremê hişt ku zarok dûrî dibistan, mal û hevalên xwe bikevin.”

ROJ HOZAN

Qamişlo – Zarok û jin herî zêde zirara şer û êrişan dibînin û dibin qurbaniya lihevkirin û planên êrişkaran. Dewleta tirk a dagirker bi êrişên xwe yên hovane yê li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye gelek komkujiyan li ser zarokan pêk aniye û kiryarên wê gihiştiya asta sûcên şer. Di van êrîşên dawiyê de li herêmê gelek zarok hatin hedefgirtin di encamê de hêjmarek zarok birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriye li pêşiya çavê tevahî cîhanê têne qetilkirin bê ku tu sazî û dezgehên mafê zarokan bertek nîşan bide, berovajî wê rê didin dewleta tirk ku asta komkujiyan mezintir bibe.

Têkildarî mijarê Rêvebera Navenda şilêr a Parastina Mafê Zarokan Cûliya Xelo ji ajansa me re axifî.

Êrşşên dagirkeriya dewleta tirk hişt zarok her bi windakirinan re bijîn”

Cûliya Xelo bandora şer û êrîşan li ser zarokan, encamên wê nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Wekî Komîteya şilêr karê me şopandina hemû xebatên girêdayî maf û parastina zarokan a li Bakur û Rojhilatê Sûriye ye. Ev zêdetirî 10 salan e şerê li Sûriye didome û ev şer herî zêde li ser jin û zarokan bandor kiriye. Şerê heyî li kêleka bandoriya xwe li ser civakê, bandoreke neyînî li ser deruniya zarokan jî dike. Dema dijmin êrîş dike despêkê dest davêje mêjiyê civakê ku bikaribe bi hin rêbazên qirêj tevlîheviyan derbixe û wê civakê ber bi qirkirineke mayînde ve bibe. Ji despêka şerê li Sûriye ve zarok di rewşeke xerab de dijîn ji ber dijwariya bûyerên li ber çavê wan diqewime hiştiye ew zarok ji zarokatiya xwe derbikeve û berê xwe bide tiştên ji temenê wan mezintir. Li aliyekî din dagirkeriya dewleta tirk û êrişên wê yê li ser herêmê hişt ku zarok dûrî dibistanan, mal û hevalên xwe bikevin vê yekê windakirinek bi zarokan re da çêkirin. Dewleta tirk zarokan hedef digire.”

“Kesên ku binpêkirinên li dijî zarokan pêk tînin bê ceza dimînin”

Cûliya Xelo bal kişand li ser bêdengiya rêxistinên mafê zarokan a derheqê binpêkrinên ku li ser zarokan têne kirin û wiha domand: “Rêxistinên mafê zarokan ji rewşa heyî agahdar in, lê ew di bêdengiya xwe de fetisî mane ku bi nêrîn û erêkirina wan wan ev sûc derheqê zarokan de têne kirin. Qanûnên parastina mafê zarokan mîna nivîsa li ser pelan maye bê ku bikeve piratîkê de û zarokan ji vê rewşa xerab xilas bikin. Kesên ku binpêkirinan li dijî zarokan pêk tînin bê ceza dimînin û êrîş ji wan re têne rewakirin.”

“Em ê zagonên nû yên têkildarî parastina mafê zarokan derbasî dadgehan bikin”

Cûliya Xelo destnîşan kir ku li ser pilanên xwe yên dema pêş ji bo mayîndekirina mafê zarokan di dadgehên Bakur û Rojhilatê Sûriye de hene û wiha pê de çû: “Her çiqas em bêjin jî dibe me nikaribe xwe bighînin hemû zarokan, lê hewildanên me hene em li her derê van zarokan ji şer û êrîşan biparêzin.   Pêwîst e di vê derê de jî malbat bi mere alîkar bin ji rewşên xerab me agehdar bikin da em bikaribin bi hev re parastina van zarokan bikin. Niha hewildanên me hene em zagonên nû têkildarî parastina mafê zarokan de derbasî dadgehan bikin ku li sûcdarên zarokan cezayên hişk bêne birîn. Her wiha em hewil didin bi riya çalakiyên xwe zarokan vegerînin dibistana û alîkariya madî û manewî ji wan re pêşkêş bikin.”