Ciwanên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan
Li Helebê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê girseyî hat lidarxistin.
Heleb – Şêniyên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiye bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî lidar xistin.
Meşvanan di meşê de al û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankarta bi nivîsa “Bi pêşengtiya ciwanên Apoyî emê azadiya Rêber APO mîsoger bikin” hildabûn.
Piştî meş rawestiya, ji aliyê Berdevka Jinên Ciwan a Helebê ve daxûyanî hat dayîn.
“Em ê her tim li qadan bin”
Berdevka Jinên Ciwan a Helebê Hêva Bekir wiha got: “Ji ber komployekê navdewletî ev 24 sal in Rêberê me di girava Îmraliyê de ye. Em îro wek ciwanên ku rojanê xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo perwede dikin û her wisa karê xwe didin meşandin îro em ji dewleta Tirk re dibêjin êdî bes e ku tu rojane tecrîdê li ser Rêber Apo giran bikî. Li hember vê jî heyfa tolhildana me ji dewleta Tirk re yê zêde bibe, em dibêjin wê ev sal bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Em ê her tim li qadan bin û çalakiyên cûr bi cûr bikin ta ku em Rêberê xwe azad bikin.”
“Em ê bi ciwantî biser bixin”
Alîkara Berdevka Jinên Ciwan a Helebê Nediye Yûsif wiha axivî: “Di serî de em silav û hezkirinên xwe ji taxa Şêx Meqsûd heya girava Îmraliyê dişînin û berxwedana Rêber Apo ya ku 24 sal in di girava Îmraliyê de dimeşîne, silav dikin. Her wiha qehremanên doza vê welatî şehîdên Şoreşa Rojava di şexsê fermandar şehîd Sosin Bîrhat de, em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Faşîzma Tirk ev fikir û felsefeya Rêber APO qebûl nake, ji ber ku naxwaze civakek azad pêk were. Ji ber vê yekê em jî weke ciwan vê tiştî qebûl nakin û emê heya dawiyê li kolanan bin, li dijî faşîzmê emê bi ciwantî biser bixin.”
Piştî bi dawîbûna li dijî êrişên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî konê çalakiyê hat vekirin. Roja yekemîn a çalakiyê bi guhdarkirina nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser gel bidawî bû.