Cerdevanan êrişî gundiyan kirin: Jin jî di nav de 20 kes birîndar bûn
Li herema Çinarê ya gundê Kelehkê ya Midyadê cerdevanan ji ber nîqaşa rê, nêzî 20 gundiyên ku jin jî di nav de bûn rastî tundiyê hatin. Cerdevanan ên bi gotina "Em ê vê derê ji we re bikin gor" gef xwarin, çek kişandin û bi keviran êrîşî gundiyan kirin.
Mêrdin - Li mezrika Çinarê ya gundê Kelehkê yê navçeya Midyadê ya Mêrdînê, îro danê êvarê li gorî îdiayan zêdeyî 20 gundî ji aliyê cerdevanan ve hatin derp kirin. Welatiyên gund ku me der barê bûyerê de xwe gihand, diyar kirin ku piştî gundiyan bertek nîşanî wesayîta ku cerdevanan li ser rêya gund hiştiye da, cerdevanan bêyî bêjin jin û zarokan êrîşî mirovan kirine. Hat hînbûn cerdevanan gundiyên ku bi keviran êrîş kirine û bi gotina “Em ê li vir ji we re bikin gor” ger xwarine.
20 kes birîndar bûn
Dema di êrîşa hat jiyîn de, jin jî di nav de 20 kes rastî lêdanê hatin, destê jinekê şikest û serê jinekê jî hat şikandin. Ji gundiyên rastî êrişê hatin 5 jê jin 6 kes li nexweşxaneyê tên dermankirin. Welatiyan diyar kirin ku piştî rapora derp bistîinin, dê cerdevanên ku êrîşî wan kirine gilî bikin.
“Bi keviran li serê wê xistin"
Jineke ciwan a 19 salî ku rastî tûndiyê hat, di vîdeoya ku ji ajansa me re şand de, wiha got: “Ez 19 salî me. Cerdevanan pêşiya me girtin, li me xistin. Li hemû xistin û çek kişandin. Biriyê bavê min qetandin. Dayika min avêtin erdê û bi pehîna lêxistin. Gef li me xwarin. Milê meta min jî şikandin û bi kevir li serê wê xistin.”
"Destpêke çek kişandin, piştre bi keviran êrîş kirin"
Jineke din a rastî lêdanê hat wiha got: “Dengek hat, me got qey qezayek çêbûye. Dema em çûn û mêze kir kesên biyanî ku me wan nas nedikirin hebûn. Me wan nas nedikir. Me dît nîqaş derketiye û bêyî ku em bizanibin çi diqewime êrîşî me kirin. Me yek ji wan jî nas nedikir. 3 kes êrîşî min kirin. Dema min got 'biseknin' gefa kuştine li me xwarin. Çek li me kişandin. Dema çek kişandin em jî vekişiyan. Piştre jî bi keviran êrîşî me kirin. Ev wehşeteke mezin e."