Bûka Baranê: Di çanda Kurdan de jin, ax û baran

Bûka Baranê, yek merasîmên kevneşopiyên perestiya xwedawend avê ye her wiha di çand Kurdan de girêdana di navbera jin û xwezayê de nîşan dide. Di vê merasîmê de zarok bi bûkikek bi navê “Bûka Baranê mal bi mal digerin û ji jinan diyariyan digrin.

ŞEBNEM RAHIMZADE

Bokan Di van rojên ku baran kêm dibare, hişkesalî dibe sedema gelek çavkaniyên avê yên kevin de; zarokên Rojhilatê Kurdistanê dest bi gotina strana “Bûke Baranê”kirin. Merasîma “Bûke Baranê” yek ji baweriyên gelê Kurd ên bingeha xwe ji xwezayê digre, salên ku baran kêm e ji bo baran bibare tê lidarxistin. Di vê merasîmê de keçên ciwan an jî zarok bûkikek bûk a sembolîk ku navê “Bûke Baranê” lê kirine, dixemilînin û li kolanan digerînin.

Ji serdema xwedawenda avê maye

Hinek lêkolîner, vê merasîma “Bûke Baranê” weke awayê guherîna perestiya xwedawenda avê dibînin. Di vê rîtuelê de, jin, bi xwezayê re têkiliyê datîne, weke fîgurek ku dibe navbeynkara bereket û jiyanê derdikeve hole. Kokên vê kevneşopiyê, digihîjin mîtolojiya Kurdan a beriya derketina olên semawî. Dibêjin ku bûkika “Bûkî Baran” ji aliyê dayîk an jî dapîrek li herêmê ve bi gopal tê çêkirin, cilên neteweyî li dikin; li hinek deran bûkik bi kulîlkan, giyayên ku li herêmê şîn dibin û tên nasîn û bi tûlek ku li serê wê tê pêçandin tê xemilandin. Komên zarokên keç û kur-li hinek herêman tenê zarokên keç in- stranên herêmî yên weke “Henaran û Menaran” ên ji bo xwestina baranê dibêjin û Bûka Baranê mal bi mal digerînin. Li ber deriyê her male van risteyan dibêjin:

Bûke Baranê avî dewê
(Bûka Baranê Avê dixwaze)

Avî bo dexelanî dewê
(Ji bo çandinî û şînbûna tovan dixwaze)

Helkê barokanî dewê
(Hêkên nû dixwaze)

Derzî gewre keçanî dewê
(Ji bo keçên ciwan derziya singan dixwaze)

Zarok mal bi mal digerin jin diyariyan didin

Berê dema ku koma “Bûke Baranê” digerand derbas dibû, ji her malê jina herî extiyar, av, ar yan jî axa spî direşand; ev yek sembola bereket û zêdebûnê bû.

Jinên ku li malan “Bûkî Baran” pêşwazî dikirin, tasek av li serê Bûka Baranê dikirin, derziyek bi singê wê ve dikirin û hêk, şirînahî, mewîj, gûz, nan an jî pere didan zarokên ku Bûka Baranê digerandin. Van diyariyan li gorî herêmên deşt û çiyayî diguherîn; her yek ji wan diyariyan sembola taybet a bereketê bû. Li gorî baweriya berê, van diyariyên ku didan zarokan, di rastiyê de nezrên ji bo Bûka Baranê bûn. Van xwarinan pîroz dihatin dîtin, bi awayê sembolîk para her kesê weke hev bû. Zarok piştî ku li kolanan digeriyan, bûkikê dibirin mekanek pîroz. A ku bûkikê dibin mekan hema bibêje her dem zarokek keç e. Jê re “Barhe Lexer” an jî “Gewre Keç” (Keça mezin)  tê gotin û bûkik li wî mekanê pîroz datînin ser cihekî. Li hinek cihan jî bûkikê dibin ber avê û pê re berdidin. Di dawiya merasîmê de dua dikin û daxwazên xwe tînin ziman.

Li çar aliyên Kurdistanê bi rêbaz û şêweyên cuda vê merasîma çandî heye

Vê mîrasa çandî di sala 2014’an de ji aliyê UNESCO’yê ve ketibû lîsteya namzediya Mîrasa Cîhanê lê di deh salên dawî de bi taybetî li herêma Mukriyan, di navbera zarokên Kurd de ev merasîm kêm bûye lê her sal bi hewldana aktivîstên çandî, ne tenê li gundan, li bajarên Mahabad, Bokan, Nakade, Serdeşt tê lidarxistin. Komeleya Wejeya Niştiman a li Bokanê jî ve kevneşopiyê didomîne.

Merasîma “Bûke Baranê”kevneşopiyek e li gelek herêmên Rojhilatê Kurdistanê ên weke; Hewraman, Kirmaşan, Sine, Îlam, Qure, Urmiyeyê tê zanîn. Her wiha ji derveyî sînorên Îranê, li Bakur, Rojava û Başûr jî ev çand heye. Her çendî şêwe li gorî herêman cuda bin jî; sembol, rêbaza û armanca ji bo gelê Kurd yek e.