Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin di rojeva Meclîsê de ye

Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin anî rojeva Meclisê û pirsî ku dê ji bo pêşîlêgirtina van binpêkirinan verastkirinek were kirin an na.

Enqere- Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Uca têkildarî binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin, bi daxwaza ku Cîgirê Serokomar Fûat Oktay bibersivîne pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê. 

Sedema pêşnûmepirsê wiha hat vegotin: “Li gorî rapora Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) ya sala 2022’yan; 161 binpêkirin hatine kirin. Di raporê de tê gotin ku 18 rojnameger di dema şopandina nûçeyê de rastî êrişa fîzîkî ya polîsan hatine û li ser medyaya dijîtal jî rastî heqaret û tacîza devkî hatine. Li gorî raporê; 14 rojnameger rastî tundiyê hatin, 6 rojnameger dema peywira xwe dikirin gef lê hatin xwarin, bi ser mala 10 rojnamegeran de hate girtin, 26 rojnameger hatin binçavkirin û rojnamegerek jî hate tacîzkirin. 31 rojnameger dema li qadê nûçe dişopandin hatin astengkirin û mafê rêwîtiyê yê rojnamegerekê jî hate astengkirin. 6 rojnameger bi sedema xebatên rojnamegeriyê hatin girtin. Bi darê zorê zexta sîxûrtiyê li rojnamegerekê hate kirin û rojnamegerek jî bi sedema ku zarok bû ye ji kar hat avêtin. Zext û sansûra li dijî rojnamegeran roj bi roj zêdetir dibe û rojnamegerên jin li qadê hîn bêhtir bi van zehmetiyan re rû bi rû dimînin.” 

Feleknas Uca bi daxwaza Fûat Oktay bibersivîne van pirsan kir:

“* Ji bo pêşîlêgirtina tundiya psîkolojîk û fîzîkî ya li dijî rojnamegerên jin, ji bo pêşîlêgirtina binpêkirina mafên wan ên rêwîtî û şopandina nûçeyan, gelo xebateke we ya verastkirina qanûnî heye yan na? 

* Hûn derxistina ji kar a bi sedema anîna zarokan a rojnamegerên jin çawa dinirxînin? Ji bo pêşîlêgirtina vê hûn xebatên çawa dikin? 

* Heta niha we derheqê çend kesên li ser medyaya civakî heqaret û gefan li rojnamegerên dikin kar û barên edlî daye destpêkirin? 

* Çend rojnameger di girtîgehê de ne? Ji van rojnamegeran çend jê jin in? 

* Hem li DMME’yê û hem jî di Dadgeha Makeqanûnê de derheqê binçavkirin û girtina rojnamegeran de gelek biryarên binpêkirinê hene. Gelo mebesta ji domandina van binpêkirinan çi ye? Gelo ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê dê verastkirinek were kirin an na?”