‘Bi xweparastin û têkoşîna hevpar jin dikarin cîhana dixwazin ava bikin’

Fermandara YPJ’ê Sarya Efrîn a di derbarê girîngiya xweparastina jinan de axivî, bal kişand li ser têkoşîna hevpar a jinan û got: “Bi têkoşîna hevpar jin dikarin cîhanekî wekî dixwazin avabikin û xwedî li keda hemû jinan derkevin.”

BÊRÎVAN ÎNATÇÎ

Navenda Nûçeyan – Piştî aloziya li Sûriyeyê bi şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an jinên ku pêşengiya şoreşê kirin di hemû qadan de xwe birêxistin kirin, pergala xwe ya xweparastinê ava kirin. Yek ji fermandarên YPJ’ê Sarya Efrîn behsa girîngiya xweparastinê ji êniyê jinan ve kir û bal kişand li ser pêvajoyên destpêkirina şoreşa jinan a ku jin karîn pergala xwe ya xweparastinê jî ava bikin.

Sarya Efrîn a got “Di nav şoreşa Rojava û avabûna YPJ’ê de artêşek a jinê avakirin şoreşek e, lê beşdarbûna jinan dinava civakeke ku xwedî aqilê jin nikare çek hilgire û şer bike de bu şoreşek” bal kişand ser girîngiya xweparastina jinan. Sarya Efrîn destnîşan kir ku bi têkoşîna hevpar a jinan a cîhanî jin dikarin cîhanekî wekî dixwazin avabikin û xwedî keda hemû jinan derbikevin û wiha got: “Ger yekbûnek li ser konfederalîzma jinan a cîhanî bê çêkirin, wê di cîhanê de jî pir guhertin bê çêkirin.”

Derfetên avakirina Şoreşa Jinan a li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Sarya Efrîn got “Ji 2011’an û şûn ve dema ku li hemberî pergala faşîzane ya dewletê û netewperestiya rejîma Baasê dida ferzkirin şoreşek destpê kir” û wiha qala bingehên destpêkirin Şoreşa Jin kir: “Gelê ku li hemberî vê ferasetê serî hildan gelekî pir netew e. Di nav wan de jî gelê Kurd bi salan di bin zextê rejîma Baasê de bi îşkence û girtinê re rû bi rû hat. Bi destpêkirina çirûska agir a Şoreşa Rojava re, bê guman îlhama ku jinên Kurd ên li Rojava ji têkoşîna jinên Kurdistanê girtibûn hebûn. Fikrê Rêbertî yê bi taybetî dibêje ku divê jin xwe birêxistin bikin ku bikarin doza azadiya xwe bikin û xwe parastina xwe pêk bînin ji xwe re esas girtin.”

Di aliyê leşkerî û siyasî de jinan pêşengî kirin

Sarya Efrîn got pergala ew di nav de dijiyan, pergala zilamserwerî ya hebû pêwîstiyek bi vî rengî derxist holê û şoreş destpê kir û wiha domand: “Lê weke jin him ji ber desthilatdariya ku rejîm daye avakirin him jî desthilatdariya zilam a rastiyek civakî bû, di nav hewldanekê de bû xwe bigihîne azadiyê. Li ser bingehê van pêwîstiyan şoreşa rojava ji hemû jinan re bû îlhamek. Şoreş bi pêşengiya jinên Kurd destpê kir. Him di aliyê leşkerî û siyasî de û him jî di aliyê civakî de jin rola pêşengiyê hilgirtin ser milê xwe. Rêxistinbûn û zanebûnek jinan hebû. Ev rêxistinbûn bû îlham ku di qada leşkerî de jî jin bikaribe xwe îfade bike.”

‘Bê hêza xweparastinê nikarî doza azadiyê bikî’

Sarya Efrîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xweparastina jinan û got: “Di sedsala ku em tê de dijîn ger tu ne xwediyê hêzekî leşkerî bî ango hêza xwe ya parastinê ava nekî tuyê nikaribî mafên xwe bidest bixî. Ger hêza te ya xweparastinê nebe tuyê nikaribî doza xwe ya azadiyê bikî. Li ser vê esasê pêwîstî pê hat dîtin ku YPJ jî di nava vê şoreşê de wek xweser bikaribe xwe rêxistin bike û wek yekîneyên parastina jin xwe rêxistin bike. Ji bo vê yekê di hemu Rojava de xwe rêxistin kir. Di destpêkê de bi sîstemên wek tabur û bi jimarên kêm, lê di roja îro de hejmar bû bi hezaran û wek artêşek xwe rêxistin kir. Ango ji bo jin dibin sîwana YPJ’ê de xwe rêxistin bikin û wek hêzek ya parastina jinan xwe bi nav kir. Hem li hember êrişên DAIŞ’ê hem li hemberî zextên zilam ên ku di nav civakê de heyî û hem jî li hember zordariya sîstema ku di nav de jiyan dike wek hêzek ya xweparastinê û temsîla hemû jinên di nav şoreşê de cihê xwe digrin, kir. YPJ 4’ê Nîsana 2013’an hat îlankirin û bi vî rengî li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê xwe rêxistin kir, pêre jî pêlên wê gihişt hemû Bakur Rojhilatê Suriyê.”

‘Çek girtina jinan di nav şoreşê de bû şoreşek din’

Sarya Efrîn a got “Di roja îro de bi riya vê berxwedan û temsîliyetê ku taybet hevalên me yên destpêkê ku beşdar bûn û tecrûbeyên xwe ji têkoşîna azadiya jin a Kurdistanê girtin bi vê riyê YPJ dikare bibe mînak û modela xweparastinê di nav Rojhilata Navîn û hemû cîhanê de” wiha pêl da axaftina xwe: “Di nav YPJ’ê de beşdarbûnek zêde ya jinên ciwan çêbû. Şikandina aqilê ku sîstema desthilatdar an jî ya zilamperestiyê ku di nav civakê de daye avakirin ne hêsan bû. Ev yek bi serê xwe jî şoreşek bû. Ji ber çandeke deshilatdar ku bi salan e hatî rûnişkandin heye. Di nav şoreşa Rojava û avabûna YPJ’ê de artêşek a jin avakirin şoreşek e, lê beşdarbûna jinan di nav civakeke ku xwedî aqilê jin nikare çek hilgire û şer bike de bû şoreşek. Şoreşa Rojava di aliyê civakî, siyasî, aborî û leşkerî de şoreşek da avakirin. Em çima dibêjin şoreş? Ji ber ku bi rastî pê re aqilê desthilatdariyê hilweşiya û di jin de baweriyek da avakirin. Ji ber ku di nav civakê de fêrbûnek wisa heye, jin hertim jixwe bê bawer û karê ku dike diyar e. Lê ev di aliyê civakî de di jin de hestek ku ez jî hêz im, dikarim bikim, ji xwe bawer bim, ked bidim, xwe biwestînim wê demê ez jî dikarim hertiştî bikim, da avakirin.”

Xweparastinê hemû jinên ji pêkhateyên cûda anî ba hev

Sarya Efrîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di roja îro de tu biçî kîjan malê jî jinek ku karê wê nebe nîne. Di hemû qadên jiyanê de jin di nav kar û xebatan de ne. Tu jinek ku bibêje ez nikarim vî karî bikim nîne. Her jinek ew bawerî bixwe aniye û di xwebûyîna xwe qezenckirinê de hîn zêdetir dan pêş û li gorî wê tevlîbûna wan a di nav kar û xebatê de da çêkirin. Di herêmên ku em di nav de jiyan dikin de bu modelek li ber çavê hemû jinan. Jineke ku di nav civakê de ji kîjan netewê dibe bila bibe di encam de jin e. Ji ber ku di encam de jin e mexduriyeta ku jinek Kurd dikişîne jinek Ereb jî dikişîne, ya ku jinek Ereb dikişîne jî jinek Xiristiyan, Aşûr û Êzidî jî wê dikişîne.

Dibe wek netew, nav û olê ku em temsîl dikin cuda be lê di encam de em hemû jin in. Ji ber wê rolê ku di sîstemê de ji bo me jinan hatî diyarkirin hemane û hemû jin di nav vê rolê de jiyan dikin. Ji ber wê hemû jin di nav hewldanekê de ne. Li gorî edetên civakê wê ev jin çawa bikarin xwe biparêzin ango di xweparastinek klasîk ku tê naskirin de di nav civakê de di hewldanekê de ne. Lê avabûna YPJ’ê ev yek şikand û bu sedem ku ji hemû netewan jin xwebûn û parastina xwe di nav YPJ’ê de bibînin. YPJ bu nasname ji bo jinên di netewên cuda de ango ne tenê nasnameya jineke Kurd e. Îro jinek Ereb, Aşûr, Suryan, Elewî û Êzidî dikare temsîliyeta xwe di nav YPJ’ê de bibîne. YPJ yekbûyînek netewî da çêkirin û ev bi serê xwe bu têkoşînek li beramberî zîhniyeta desthilatdar.”

‘Em xwe li ser esasê parastinê rêxistin dikin’

Sarya Efrîn a got “Em xwe li ser esasê parastinê rêxistin dikin” wiha domand: “Îro hemû jin wisa difikirin ku tu pêwîstiyek me nîne zilam an rejîmek me biparêze. Em wek jin xwedî wê hêz û rêxistinbûnê ne ku em bikarin xwe biparêzin. Hem di aliyê têkoşîna ku li hember zîhniyeta desthilatdar heye hem jî têkoşînek me ya çekdarî li hemberî êrişên ku herî zêde jî jin têde têne hedef girtin heye. Taybet di salên dawî de ne ji rêzê ye ku dijminê me hema hema hemû fermandar û pêşengên me yên jin hedef bigre. Ev asta hêzbûna me dide nîşandan. Ev dide diyarkirin ku rêxistinbûna me, artêşbûna me çiqas mezin buye û çiqas bune xwedî îradeyekî ku li ser hemû cîhanê bi bandor e. Wek YPJ di aliyê xweparastina jin de bi rêxistinbûnê gihiştin vê astê. Ne tenê bi girtina çekê, bi têkbirina êrişên DAIŞ’ê ve me tenê karî vê serkeftin û xwebûyîna xwe qezenc bikin.

Helbet wek YPJ avakirina artêşekî jin di cîhanê de ewil e. Raste jinên ku di nava artêşan de cih digrin hene, lê ev jinane zêdetir wek karê îdarî yên di dibistanan de an jî wek asta rêveberiyê hinek karan dimeşînin hene. Lê jinên ku singe sing bi dijminê xwe re di nava êrişan de bin, bi qehremanî şer dikin, bi rihekî fedaî xwe di nav dijmin de diteqînin û dema birîndar dibin jî bi wê birîndariya xwe jî dev ji têkoşîna xwe bernadin. Berxwedaniyek bivî rengî heye û ev berxwedanî cara ewil bi fikrê Rêber Apo û mîlîtaniya ku Rêber Apo avakiriye di nava YPJ’ê de temsîliyeta wê hatiye dîtin.”

‘YPJ alternatîfa artêşbûna bi feraseta desthilatdariyê ye’

Sarya Efrîn got: “Di esasê xwe de jî avabûna YPJ’ê wek modelekî alternatîfa artêşbûna bi feraseta desthilatdarî hatiye avakirin. Dema tê gotin artêş, tundî, şer, agir, talan, tecawiz û hwd tê bîra hemû kesan. Lê êdî YPJ berdela vê yekê artêşa xira dike ye. Êdî ji bo avakirina jiyanek azad, aram, nasname şer tê meşandin. Hemû şerên ku di roja me ya îro de li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê tê meşandin, îflaskirina feraseta desthilatdariyê ye. Ji ber êdî tiştekî ku bidin civakê nîne. Ji ber ku dixwazin sînorên xwe berfireh bikin, hemû bi hev re di nava şerekî de ne. Şerê xwe li ser tûnekirina netewekî din didin meşandin û mexdûrên van şeran jî hertim jin in. Lê yên ku herî zêde têkoşîn jî jin in.”

Têkoşîna jinan a li dijî desthilatdariya mêr-dewletê

Sarya Efrîn bal kişand ser têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn li dijî feraset û hişmendiya mêr-dewletê dimeşînin û wiha pêde çu: “Şoreşa ku bi qetilkirina Jîna Eminî bi dirûşmeya `Jin, Jiyan, Azadî` li Rojhilatê Kurdistanê destpêkir, nîşaneya vê yekê ye. Îro li Efganistanê jin di nava hewildanek mezin de ne û li dijî pergala Talîbanê li ber xwe didin û vê zordestî û bindestiyê qebûl nakin. Berxwedaniya ku jinên Efganî li dijî pergalekî tu ferqa wê ji DAIŞ’ê nîne, cihê rêzdariyê ye. Jinên ku li seranserê cîhanê li dijî zextên hikûmetan li ber xwe didin hene. Em wek YPJ dikarin vê yekê ji van jinan re bibêjin; wek jin xwerêxistinkirin, xwebawerkirin, xwebûyîn û aîdê xwebûyîn dibe sedem ku tu rêxistinbûna xwe avabikî, bibî artêşek û li hemberî van hêzên dijminatiya jinan dikin têkoşinek mezin bidî meşandin.”

‘Aîdî xwe bûn çeka me ya li hemberî pergala desthilatdariyê ye’

Sarya Efrîn got ku wek YPJ zor û zehmetî hatin jiyîn û li civakê qebûlkirina vê yekê pir hêsan nebû û wiha berdewam kir: “Gelek zehmetiyên avabûna artêşbûnê hene. Lê di vî aliyî de ya herî zêde girîng yek perwerdekirine, ya duyemîn jî rêxistinbûyîn e. Ger li cihekî rêxistinbûna jin hebe, li wir îrade pêşdikeve. Wek jin yekane rêya me jî ev yek e. Ger em niha ji bo hemû jinên cîhanê modelek in û ev jin di me de hêvî dimînin sedema vê yekê rêxistinbûyîn û îradeya me ye. Em temsîliyeta hemû jinan dikin, ji bo wan bûne îlham û model. Ev yek jî encamê keda me ye. Ez dixwazim ji bo hemû jinên ku îro YPJ’ê ji xwe re wek model dibînin vê yekê bibêjim; wek jin zanebûyîn, xweperwerdekirin, aîde xwebûyîn û xwebawerbûn dibe çeka me ku em bibin hêzek li hemberî vê yekê pergala desthilatdariyê ye.”

‘Konfederalîzma jinan a cîhanê wê bibe çareserî’

Sarya Efrîn di dewama axaftina xwe wiha bal kişand ser girîngiya konfederalîzma jinan a cîhanî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema mirov behsa avakirina konfederalîzma jinan a di cîhanê de dike jî, cihê kelecanek pir mezin e. Ji ber ku em wek jin bikarin xwe li ser vê esasê birêxistin bikin, di hemû cîhanê de tu hêzek a li hemberî jinan bisekne nîne. Me herî dawî li Rojhilata Kurdistanê dît, şoreşa ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hat destpêkirin, li bajarekî biçûk ê Rojhilat destpêkir û li hemû cîhanê deng veda. Hemû jin xwedî li vê dirûşmeyê derketin û ev yekbûna jinan nîşan da. Konfederalîzma ku em ji bo jinan behs dikin jî ev e. Ger yekbûnek li ser vê yekê bê çêkirin, wê di cîhanê de jî pir guhertin bê çêkirin û ew guherîn jî bandorê li hemû aliyan bike. Ger tiştekî bi aqîl û îradeya jinan bê çêkirin, helbet bandor li hemû cîhanê bike. Rêbêr Apo jî dibêje; `wê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinê.`

Wek jinên Kurd me YPJ ava kir û pir netewan di nava xwe de hewand. Li gorî min konfederalîzma jinan a bi fikir û felsefaya Rêber Apo di cîhanê de bê avakirin jî, wê bibe çareseriya pirsgirêkên hemû civakan, netew û olan. Em dizanin ev yek bi awayekî hêsan pêk neyê. Ji ber ku em dizanîn pergala desthilatdar ji bo ku pergala xwe li ser lingan bigre hemû tiştî dike. Birêxistibûna me, wek artêş xurtbûna me û hemû jinan kişandina nava hêzên parastinê emê vê yekê pêkbinin. Divê jinek di destpêkê de vê yekê bizane; divê ez pêşî xwe biparêzim ku bikaribim hemû jinan, civaka xwe û pergala xwe temsil bikim biparêz im. Encax bi vê yekê em dikarin cîhanekî wekî dixwazin avabikin û xwedî keda hemû jinan derbikevin.”

‘Em bi xwe parastinê dikarin cîhanek bi rengê jinan ava bikin’

Sarya Efrîn di dawiyê de jî ev tişt anî ziman: “Li ser vê esasê ez dixwazin bi taybetî ji bo jinên ciwan û hemû jinan vê yekê bibêjim; dem hatiye ku em wek jin bikaribîn xwedî li rêxistinbûna xwe, asta xwe ya parastinê, xwedî xwe, vîn, îrade û nasnameya xwe derbikevin. Ger em nikarin rêxistina xwe avabikin û nebin xwedî hêz, wê ev pergal cardin xwe li ser lingan bigre û bimeşe. Ji ber vê yekê kîjan netew û hêz dibe bila bibe taybet wek jin em tenê dikarin bi avakirina hêza parastinê li ser lingê xwe biskenin, xwe perwerde bikin û zanebûna xwe esas bigrin. Bi vî rengî em bikarin bi îradeyek xurt, vê pergala baviksalarî têk bibin û cîhanekî bi rengê jinê avabikin.”