Bi milyonan kes pêyama dîrokî ya Abdullah Ocalan guhdarkirin
Pêyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coş hat guhdarkirin.

Navenda Nûçeyan – Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) cara sêyemîn li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.
Endamên Şandeya Îmraliyê piştî daxuyaniyê ji giravê vegeriya û li Hotêla Elît Worldê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî da. Kurdiya banga dîrokî ya Abdullah Ocalan Ahmet Turk û Tirkiya wê jî Pervîn Buldan xwend. Banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li 7 navendan bi coş hat guhdarkirin.
Hesekê
Bi hezaran gel jin, zarok, dayik, kal û pîr berê xwe dan parka 4’ê Nîsanê û li peyamê guhdar kir. Gel bi kelecan, hestên kêfxweşî û girî li peyamê guhdar kir û bi dirûşmeya ‘Bê serok Jiyan nabe’ peyamê pêşwazî kir.
Gelên ku amade bibûn peyama Rêber Ocalan bi serkeftinê pênase kir û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Qamişlo
Bi hezaran kesî li Stadyûma 12’ê Adarê kom bûn û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdar kirin.
Endama Yekîtiya Partiya Demokratîk (PYD) Sîham Silêman a ku di qadê de pêyama Abdullah Ocalan guhdar kir hestên xwe wiha anî ziman: “Em îro li bajarê Qamişlo bi hemû pêhateyan li stadyoma 12’ê Adarê kom bûne ji bo ku em peyama Rêberê xwe guhdar bikin. Em bi hecaneke pir mezin li benda vê rojê bûn kêlî bi kêlî li me dişopand heta ku ev roj hat û me wêneyên Rêberê xwe dît. Rêber Apo di riya vê peyama xwe re ji gelê xwe re got ku em daxwaza welatekî bi riya aştiyane dikin û gelê me bi aramî û demokratîk jiyan bikin. Fikr û felsefeya Rêberê me hemû bi riya aştiyê bû. Bi vê fikir û felsefeya Rêberê xwe em ê li pey şopa Rêberê xwe bin herta ku em azadiya wî misoger bikin.”
Mîtîng bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.
Tişrîn
Gelê li Bendava Tişrînê ji bo parastina av û axa xwe di nobetê de ne û bi mehan e li berxwe didin jî bi coşekî mezin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî kir.