Bi hezaran şêniyên Efrînê soza nûjenkirina berxwedanê dan

Meclisa Kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dijî salvegera çaremîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagiker û hevkarên wê ve li dar xist.

Şehba- Meclisa Kantona Efrînê meşek li dijî salvegera dagirkirina kantona Efrînê bi dirûşma "Çar sal in ji ber mirina wijdanê mirovahiyê Efrîn tê qirkirin, demografî û çanda wê tê guhertin" li dar xistin. Bi hezaran şêniyên kantona Efrînê û Şehbayê bi coşeke mezin tevli meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan, pakrewanên azadiyê û pankertên bi nivîsa "Ji bo şehîdên Girê Sor tolhildan","Yan Efrîn yan Efrîn" û "Erdogan Efrîn kiriye wargeha teror û DAIŞ'ê, dem dema tunekirina terorê ye" hatin hildan. Meşê ji destpêka navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê bi berzkirina dirûşmên "Bê Efrîn jiyan nabe" "Şehîd namirin" heya qada ajokaran a navçeyê domiya.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xerîb Hiso axivî.

"Şêniyên ku 58 rojan li ber xwe dan dest ji axa Efrînê bernadin"

Dayika Ş. Reşîd, Sureya Hebeş diyar kir ku 18'ê Adarê ji bo Efrîniyan rojeke reş pênase dibe ji ber ku di vê rojê de em ji welatê xwe koçber bûn û wiha domand: "Efrîn li pêşiya hemû dewletên cîhanê û saziyên ku bi mafên mirovan bang dikin hat dagirkirin. Ev bû çar sal em li kantona Şehbayê ji bo vegera Efrînê berxwedaniyek bêhempa didomînin. Em bi hêviya vegera Efrînê ne, roj bi roj bi xeyala wê dijîn. Şêniyên ku 58 rojan li kantona Efrînê li ber xwe dane tu carî dest ji axa xwe bernadin. Em bang li hemû saziyên ku xwedî li mafên mirovan derdikevin û dewletên cîhanê dikin ku çareseriyek ji dewleta tirk a dagiker re bê dîtin û em bi serfirazî vegerin welatê xwe."

"Heta dawiyê em ê têbikoşin"

Rêveberiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê Rîm Dede destnîşan kir ku îro bi coşeke mezin ji bo vegera Efrînê derketine qadan û wiha got: "Ev çar sal in em ji warê xwe dûr in. Heta ku em hebin, em ê li ber xwe bidin. Armanca me ya sereke ew e ku di demên li pêş de em vegerin Efrînê. Planên me weke jinên ciwan û ciwanên şoreşger di demên pêş de ji bo vegera Efrînê hene. Rast e Efrîn ji aliyê dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê ve hatiye dagirkirin lê Efrîn di dilê me de dijî û dê ji wan re nemîne. Bi yekbûna kurdan em ê Efrînê û deverên dagirkirî rizgar bikin."

Meş bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.