Bi boneya Roja Neteweyî ya Jinên Tûnisê jinên çalak hatin xelatkirin

Di roja neteweyî ya jinên Tûnisê de, çend jinên çalak ku karîna xwe ya serkeftina di warên cuda de îsbat kirine, hatin xelatkirin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis - Tûnisê Roja Jinan a Neteweyî pîroz kir, jinên femînîst vê yekê weke firsend dibînin ku biryardariya xwe ya berdewamkirina têkoşîna ji bo destkeftiyên zêdetir bibîr bînin.

"Ez hewl didim ku piştgiriya jinên mexdûrên marjînalbûnê û xizaniyê bikim"

Di şahiya xelatkirina jinên çalak bi helkefta Roja Neteweyî ya Jinên Tûnisê ku dikeve 13’ê Tebaxê, berpirsa komeleya “Em hez dikin bi dê û bavê xwe re bijîn” Kerîme El-Remîkî ji ajansa me re axivî û wiha got: "Jinên Tûnisî karîbûn gelek destkeftiyan bi dest bixin ku di gelek qanûnan de hatine wergerandin. Bi rêya komeleya xwe, ez hewl didim ku piştgirya jinên mexdûrên marjînalbûnê û xizaniyê bikim."

"Divê jin dev ji xewn û xeyalên xwe benedin"

Zeyneb El-Berqawî got ku xelatkirina wê tê wateya naskirina keda wê weke jinekê di civakeke paşverû de ku wê biçûk dike û wiha anî ziman: "Min di sala 1995'an de piştî mirina hevjînê xwe dest bi projeya xwe kir û min bi kêm îmkanan hewl da ku dest bi dirûtina perdeyên malê bikim. Niha ez pispora dirûtina perdeyên ji bo qesrên serokatiyê li Tûnis û derveyî welat im. Ku jinek di salên nodî yên sedsala borî de têkeve her qadê karekî dijwar bû, lê min dev ji xewina xwe berneda heya ku gihiştim vê astê. Divê hemû jin dev ji xewin û xeyalên xwe benedin. Hûn dikarin biserkevin û li dijî her ramana ku hebûna we red dike şer bikin."

"Min ji qelsiyê hêz afirand"

Hiniya El-Aydî ya astengdar ku di şahiyê de hat xelatkirin diyar kir ku ew ji ber qezayekê ew astengdar bû û wiha axivî: "Min ji qelsiyê hêz afirand. Ez derbasî qada werzîşê bûm. Ez di gelek pêşbaziyên navneteweyî de bi ser ketim û min gelek û di şampiyoniya cîhanê de min sê madalyayên zêr bi dest xistin."