“Berxwedana li Îranê, dê belavî hemû Rojhilata Navîn bibe”

Xwepêşandanên ku li dijî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî bi pêşengtiya jinan hat desptêkirin didome. Seroka Komaleya Jin a Rosayê Adalet destnîşan kir ku ev berxwedan encama daneheva salan e.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Elih – Xwepêşandanên ku li Rojhilat û Îranê ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaqê ve hat qetilkirin destpê kir, didome. Ev berxwedana ku li tevahî cîhanê deng veda bi pêşengtiya jinan tê meşandin û pêvajoya xwepêşandanên jinan bandorê li tevahî Rojhilata Navîn kir. Sekna jinan a bi îrade ji bo tevahî jinên li Kurdistan, Afganistan, Tirkiyê û welatên cûr be cûr bû îlhamek mezin.

Jin ji kolanan venakişin

Seroka Komaleya Jin a Rosayê Adalet Kaya destnîşan kir ku dê xwepêşandanên jinan ên bi rojan e didome belavî tevahî Rojhilata Navîn bibe û got ku rûxmê hemu zext û êrişên rejîma Îranê jî jin ji kolanan venakişin. Adalet Kaya da zanîn ku ev xwepêşandan carekî de pêk nehatiye û encamê têkoşîna 30 salan e û her wiha destnîşan kir ku jin li dijî ferzkirinên mêrserweriyê ku bi salan e didome serî hildidin.

“Ev berxwedan di encama danehevên 30 salan de pêk hat”

Adalet Kaya pêvajoya tê jiyîn de wiha nirxandin:

“Serdestiya mêraniyê ya ku pergala serdest a mêr bi hezaran salan bi rêya dewletan diparêze mijara gotinê ye. Îran yek ji wan mînakên herî tund û hovane ye, em dizanin ku ji sala 79’an vir ve 43 sal in di bin navê rejîma Îslamî de qanûnên şerîetê li wir tên sepandin. Jinên li Îranê dijîn di vê pêvajoyê de tu carî bêkar neman. Bi qetilkirina Mahsa Emînî re berxwedanek heye, lê di rastiyê de tê wateya komkirina zanînê. Dema em lê dinêrin, Kurdbûna Mahsa Emînî û berxwedana li bajarên Kurdan bi jinên Kurd destpê kir û belav bû, pêvajoya têkoşîna jinên Kurd nîşan dide.”

 “Rejîmên heyî ji bo jinên Kurd mafê jiyanê nas nake”

Adalet Kaya destnîşan kir ku li hemu parçeyên Kurdistanê têkoşîna jinan a bi salan e didome û her ku diçe bihêztir dibe heye û bal lê kişand ku rejîmên heyî bi taybetî ji bo jinên Kurd mafê jiyanê nas nake. Adalet Kaya a destnîşan kir ku divê ev rejîm bên hişweşandin wiha domand: “Ev mêr serwerî di bin navê demokrasiyê de li Tirkiye û welatên cûda yên Rojhilata Navîn bi awayekî hovanetir xwe bi makyajên cuda nîşan dide, lê li Îranê bi awayekê hê zelal û vekirî xwe dide der. Ev yek ne rasthatinek e ku Jîna Emînî Kurd e. Li wê derê girîgngiyek pir mezin a nasnameya Kurd heye. Bi taybetî em dizanin ku jinên çalakvan li wê derê bê ku bên darizandin ji ber hikmên şerîatê cezayê 30 salan li wan tê birîn ango btên darvekirin.”

“Rastiya şer jinan nêzî hev kir”

Adalet Kaya destnîşan kir ku dê ev berxwedan belavî tevahî Rojhilata Navîn bibe û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Êdî li hemberî vê feraset û pergala mêr tahamulê jinan nîne. Li wê derê hîcabê xwe şewitandina jinan ne tenê çalakiyek e, heman demê de çalakiyêk bi wêrek û mezin e. Ev tişt li wê derê bi cezayên mezin tên pêşwazîkirin lê jin li dijî vê her tiştê xwe datînin holê û vê çalakiyê pêk tînin. Berxwedana ku jinên li Îranê bipêş dixin me hemuyan eleqedar dike. Li her deverê cîhanê berxwedana jinan tê jiyîn. Hilweşandina pergala kapîtalîst jî bi têkoşîna jinan û vê têkoşînê gihandina zemînek hevpar ve gengaz e. Bi şerê ku di deh salên dawiyê de tê jiyîn dîtina vê rastiyê hişt ku em jin nêzî hev bibin.”