Bavek, lawek û kîsêk!

BÊRÎTAN ZINAR

Carna hîn wêne ku rastiya bi sedan salan a gelekî destnîşan dike û mirov dema li wê wêneyê temaşe dike, li hember sepanên ku li ser vî gelî hatiye kirin, li ser ev karesata ku mîna zebaniyek li ser dilê vî gelî rûniştiye ne tenê bi carek bi hezaran caran dixwaze xwe di nav dilê wê hişmendiya gemar de biteqîne!

Carna mirov nizane dê ji ku derê de dest bi nivîsandinê bike. Ji bo hîn karesatên ku li ser vî gelî tên meşandin tenê qalkirina exlaqê têr dike gelo? Û piştî ku ewên vê yekê dikin hay ji exlaq û hemu tiştên girêdayî mirovbûnê nîn be, gotin fêyde dike? Werin em carek din vegerin li ser wijdana ku me di nav dilê xwe de asê kiriye û jê bipirsin, ev gel çendîn car bû şahidê dê û bavên ku lawên xwe û keçên xwe yên herî bedew rûxmê ew dilên wan ên qirase yên ne têra welatekê, têra hemû cîhan û gerdûnê dikir, di nav kîsekê de ji destê wan faşîstan hilgirtin?

Belê, wêne sûreta me ya rastiya ku em weke gel û weke civak di nav de dijîn pênase dike. Ev wêne ne tenê rastiya gelê Kurd, heman demê de rastiya karesata faşîzmê ya ku bi sedan salan e li ser navê Kurd û Kurdistanê çi hebe tê meşandin jî pênase dike. Em ne xerîbê vê wêneyê ne. Bi sedan caran hestiyên zarokên vê gelî di nav kîsan de, di nav paketên ku bi rêya kargoyê hatiye şandin de radestî malbatên wan kirin.

Wêne bi qasî bê wijdaniya ku tê jiyîn pênase dike, ji bo me hemuyan banga têkoşînê û banga şerekî bê hempa dike. Hestên tolgirtinê nû girtine û dike ku mirov ji nav dilê xwe de bi hezaran car bang li wan celadên vî welatî bike û bêje, hûnê me qir bikin xwelî li serê be... Xwelî li serê we be, ji ber ku ev gel dê bi qirkirinê xilas nabin û bi polîtîkayên we yên tûnekirinê xilas nebin.

Hestiyên Hakan Arslan ku di dema qedexeya derketina derve de ya di 2'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê hat îlankirin  jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan di kîsikekî de radestî bavê wî hatin kirin.

Wêne ji aliyê Murat Îpek ve hatiye xêzkirin.