Balafira dewleta Tirk malek ya welatiyên Mexmurê kir hedef
Îro setên nîvro balefirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk malek ya hemwelatiyên wargeha penaberan a Mexmûrê kir hedef.
Mexmûr- Balafireke bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker di saet dora 12:30’an de bombe li malek ya wargeha Penaberan a Mexmûrê barand. Hat zanîn ku di encama bomberana li ser mala ku li navenda wargehê cih digre xwediyê malê ya bi temen mezin e birîndar bûye û wî rakirine nexweşxaneyê.
Gelê Mexmûrê bi hêrs e
Gelê ku li dora malê kombûn bi hêrsek mezin êrîş şermezar kirin. Dayika Dirê Demîr diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze gelê wergehê belav bike û wiha got: “Em van êrişan şermezar dikin PDK hevkarê dewleta Tirk em rureş dikin. Bila PDK nebêje hema wê dewleta Tirk tenê êrişê me Kurdan bike, ger dewleta Tirk me tune bike sibe wê dora wan be. Dewleta Tirk dixwaze tevahî gelê Kurd tune bike û hemû Kurdistanê dagir bike. Em hemû hevkarên dewleta Tirk yên ku rê didin êrişên wa şermezar dikin.”