Ayten Kordu: Qeyûm ji polîtîkayên înkarê yên 100 salan ne qut e

Parlementera Dêrsimê ya DEM Partiyê Ayten Kordu qeyûm nirxand, îşaret bi gotina desthilata AKP’ê ya ‘aştiyê’ kir û got: “Bi tena serê xwe gotinên weke ‘aştiyê’ tiştekê îfade nake. Divê rewşê de avakirina aştiya civakî ne pêkan e.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Dêrsim- Piştî ku cezayê 6 sal û 3 mehan yê girtîgehê li hevşaredarê Dêrsimê ya dibin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Cevdet Konak hate birîn, di 22’ê mijdarê de qeyûm tayînê şaredariyên Dêrsim û Pulur ya di bin rêveveriya Partiya Komara Gel (CHP) de kir. Gelê ku li dijî biryara tayînkirina qeyûm bertek nîşan dan, daketin qadan biryar protesto kirin. Dêrsimî bi dirûşmeya ‘Şaredarî yên me ne’ bi rojan e li ber şaredariyê nobetê digrin. Di dîroka 30’ê Mijdarê de Havşaredara Dêrismê Bîrsen Orhan a cezayê hepsa malê lê hatibû birin, hate binçavkirin.

Parlementera Dêrsimê ya DEM Partî Aytet Kordu anî ziman ku li erdnîgariya ku Kurd û Elewî lê dijîn tayînkirina qeyûman li şaredariyan parçeyek ji polîtîkayên asimîlasyonê ne. 

‘Ji Umumî Mufetîş heta niha em bi qeyûm tên rêvebirin’

Ayten Kordu da zanîn ku pêkanîna qeyûmê ne nû ye, di sala 1927’an de hebûna Umumî Mufetîş ku xistin pêkanîn, bi qeyûman didome û got: “Ji Umumî Mufetîş heta niha ev xak bi qeyûman tê rêvebirin. Ji xwe li ser vê xakê jî dîrokê heta niha têkoşînek ya wekhevî û azadiyê ya ku tu caran xilas nebûye heye. Em her dibêjin; heqîqetek ya xaka Dêrsimê heye û  vê heqîqetê ji dîroka xwe ye têkoşer digre.”

‘Polîtîkayên înkarê yên 100 salan em ji qeyûman qut nabînin’

Ayten Kordu diyar kir ku ji avakirina komarê heta niha nasnameya Kurd û Elewî tê înkarkirin û komar li ser ‘dîrokek 100 sal ya înkarê’ hatiye avakirin û wiha got: “Dî dîroka 100 sal ya komarê de, bi nêzîkatiyên yekî, netewperestî, li aliyekê Îslama siyasî, li aliyekê polîtîkayên netewî hertim nasnameyan înkar dike. Polîtîkayên qeyûmê yên îro bi awayek dîrokî ne mimkun e ku ji van polîtîkayên înkarê qut were hesibandin.”

Ayten Kordu bi bîrxist ku di salên 2016-2019’an de qeyûm tayînî şaredariyên Kurdistanê hatine kirin û got: “Ev sê dem in qeyûm tayînî şaredariyên me tên kirin. Em her dema ku qeyûm tên tayînkirin dibêjin ‘waliyê dagirker û mêtînger’ ji vê nêzîkatiyê re dibêjin ‘Nêzîkatiye derbayê’ tam em behsa vê dikin. Qeyûm di heman demê de êrişek li dijî avakirina jiyana gel a bi awayê demokratîk, awayê jiyanê yê ku çareseriyê ji pirsgirêkên xwe re dibine ye.”

‘Li dijî awayê jiyana gel êrişek heye’

Ayten Kordu îfadekir ku nêzîkatiyên şaredariya demokratîk bi paradîkmaya ‘Azadixwaziya jinê, ekolojîk’ rê girtiye û got: “Ji ber vê nêzîkatiya meya pirkesî û cûdahiyê esas digre, tevî her dem qeyûm tê tayînkirin, gel cardin şaredariyên xwe tercîh dikin. Ji ber divê xakê de Kurd, Elewî polîtîkaya jiyanê ya bi nasnameya xwe esas digre. Ji ber vê mudaxeleyek li dijî awayê jiyana gel, tercîhên wan heye.”

 Ayten Kordu bi bîrxist ku di 1’ê mijdarê de qeyûm tayînî şaredariya Esenyurdê hate kirin, anî ziman ku dewlet her qadê ku dixwaze li gora xwe dizayn bike qayûm tayîn dikin û wiha got: “Dewlet bi xwe hatiye halê qeyûmê.” Ayte Kordu destnîşan kir ku bi vê sîstemê hewl didin yekparêziyê ava bike.

‘Desthilat divê peyamê rast bixwîne’

Ayten Kordu îfade kir ku di pêkanînên qeyûmê de desthilata AKP’ê darazê weke amûrekê bikar tîne û got: “Ev hiqûq edalet rast pêk nayê. Sîstema darazê vegereriyaye sîstemek ku bi fermana desthilata siyasî, tevdigere.  Lê belê li Dêrsimê gel dibêje ‘Qeyûm bicehnime’ û bertekek cidî nîşan dide. Divê ev peyam baş were fêm kirin. Li dijî qeyûmên tayînê şaredariyên din hatî kirin gel bertek nîşan dan, divê ev peyam desthilata siyasî rast bixwîne. Berevajî ne pêkan e behsa aştiya civakê bê kirin. Li ser vê xakê ne pêkan e behsa edaletê were kirin.”

‘Gotina aştiyê bi tena serê xwe tiştekê îfade nake’

Ayten Kordu îşaret bi bang û gotinên desthilatê yên di rojên dawî de kir û got: “Gotinên ‘aştiyê’ bi tena serê xwe tiştekê îfade nake. Rastiya wê ya di jiyanê de çiye, ya giring ev e. Em di jiyanê de rastiyek ya wê nabînin. Divê rewşê de ne pêkan e ku aştiyek ya civakê were avakirin.”

‘Em qeyûman qebûl nakin’

Ayten Kordu destnîşan kir ku wê li dijî qeyûman berxwedanê bi domînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dêrsim li gor dîroka berxwedanê, li berxwe dide. Têkoşîna azadiyê ya Pîr Seyîd Riza û yên li pey wê pêşxistine, sekna edalet û heqîqetê di serî de jin ji aliyê gel vê tê berdewamkirin. Ji niha şûnde gel wê bertekên xwe bi domînin. Em ê nobetên edaletê li darbixin. Em qeyûman qebûl nakin.”