Ayşe Acar Başaran piştgirî da dayika Ezgi Zerkin
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran piştgirî da serhildana dayika Ezgi Zerkin a ku li Îzmîrê tevî biryara dûrxistinê hebû ji aliyê Denîz Ozarslan ê dixwest dev jê berde, hatibû qetilkirin.
Navenda Nûçeyan- Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, der barê dayika Ezgi Zerkin a ku li Îzmîrê ji aliyê Denîz Ozarslan ê dixwest dev jê berde ve hatibû qetilkirin, peyama hevgirtinê weşand.
Di peyama Ayşe Acar Başaran a diyar kir tevî derbarê kujer Denîz Ozarslan li dozgeriyê û qereqolê serlêdana gilîkirin û biryara dûrxistinê heye jî, Ezgi Zerkîn dema diçû cihê karê xwe ji ber “polîkaya dewletê ya nikare biparêze” hat qetilkirin, ev tişt cih girtin:
“Li vî welatî jin ji ber derbarê jiyana xwe de biryar didin tên qetilkirin. Berpirsyarê qetlîamên li ser jinê ye ku digihêje asta qirkirine, polîtîkayên mêtînger ên zayendîparêz ên hikûmetê ye Çima em vê dibêjin? Her roj em bi nûçeya kuştina jinekê şiyar dibin. Piştî biryara Dadgeha Bilind ya Peymana Stenbolê, tenê di Tîrmeha borî de herî kêm 20 jin û 44 jin di encama tundiya mêran de hatin qetilkirin. Hikûmet çi dike? Li şûna ku li dijî qetlîamên jinan tedbîr bên girtin; bi hevkariya çapemenî û darazê xwe tegihiştinê kavadike û bi vekişîna ji Peymana Stenbolê ji tundiya li dijî jinê re zemîn ava dike.
Ji ber ku li gorî feraseta 'jina meqbûl' a hikûmetê jin nikarin dev jê berde seatên dereng yên şevê dikarê derkeve derva, cil û bergên dixwazin nikare li xwe bike, nikare siyasetê bikin, nikare li dijî polîtîkayên dijmîne jinan têbikoşin bike! Ji ber vê yekê qanûnên hundirê qanûn derxistiyê vala ye! Zagonên ku hikûmet derxistiye, weke di komkujiya Ezgi Zerkin de jî tê dîtin, jinan naparêze. Em ê jin îktidarê bi van zagonên wan bişînin û soza me ji jinên hatine qetilkirin û malbatan ew e ku Peymana Stenbolê em ê pêk bînin."