Aya ya Tûnisî ji bo şiyariyê biskêlêtê bi kar tîne

Aya Kodjî tevî zehmetiyên ku li Tûnisê dijî jî biskilêtê bi kar tîne û di heman demê de perwerdeya wê dide. Aya dibêje: “Biskêlêt ji aliyê paqijiya hewayê ve avantaj e, ji bo aborî û tendirustiya mirovan gelek feydeyên wê hene.”

NEZÎHA BOSEÎDÎ

Tûnis- Ji ber feydeyên wê yên ji tendirustiya mirovan û ji ber ku zirarê nade avhewayê, gelek kesên ku di ferqa vê yekê de ne biskilêtê tercîh dikin. Hem zirare nade derdorê, hewayê qirêj nake hem jî ji bo tenduristiya mirovan gelek baş e.

Lêkolînera zanistên avê Aya Kodjî jî ji ber ku zirarê nade avhewayê, sûdên wê yên aborî û sportîf, hewl dide çanda bikaranîna biskêlêtê zêde bike. Aya Kodjî diyar dike ku ji zarokatiya xwe ve biskilêtê bi kar tîne û balê dikşîne ser sûdên vê yekê.

‘Ez hewl didim zanîn û şiyariyê di vî warî de çêbikim’

Aya Kodjî diyar dike ku dema biskêlêta wê li wesayîdek ketiye û qeza kiriye di warê derûnî de şok bûye û da zanîn ku hê jî hesta tirs û fikarê pê re didome. Aya Kodjî wiha dibêje: “Çendek nikaribûm biskilêtê bi kar bînim. Wê demê bi alîkariya komeleyek ez hinek ji bandorên tirsa derûnî rizgar bûm. Ez jin û zarokan hînî ajotina biskilêtê dikim û hewl didim di vî warî de zanîn û şiyarî çêbibe.”

Ji bo ku pêşî li belavbûna gazên bi jehrî were girtin...

Aya Kodjî diyar kir ku ew li ser medyaya dîjîtal hewl dide perwerdeyê bide û wha berdwam kir: “Ji bo zarokan hînî girîngiya bikaranîna biskilêtê bikim, dixebitim. Min li Enstîtuya Mondas Fransayê wane da 24 zarokan. Berê qet li biskilêtê siwar nebûbûn lê bi perwerdeyê hîn bûn. Ez di vî warî de ji saziyên perwerdeyê li benda piştgiriyê me. Ger em ji biçûkatiyê ve perwerde bidin zarokan, di pêşerojê de dê di warê ajotina wesayîdan û teserufê de bibe xwedî fikir. Bi vê yekê em ê ji gaza serayê ya bi jehrî ku ji wesayîdan derdikeve jî hinek xwe biparêzin.”

‘Jin ji aliyê ajokarên wesayîdan ve tên tacîzkirin’

Aya Kodjî bal kişand ser zoriyên ku jinên biskilêtê bi kar tînin dikşînin û got: “Dema ku dibînim jin biskilêtê bi kar tînin bextewar dibim lê hinek jin dema li kolan û cadeyan biskilêtê bi kar tînin, ji aliyê kesên di rê de derbas dibin an ên li kafeyan rûniştîne ve rastî gotinên nebaş, tacîza bi gotin û fizîkî tên.”

‘Ji bo avhewayê tu zirarê nade’

Aya Kodjî diyar kir ku armanca wê serkeftin e, dê tu zorî pêşî lê negire û wiha bi dawî kir: “Ger hejmara jinên biskilêtan bi kar tînin zêde bibe, em ê zihniyeta mêran têk bibin û her kes bikaranîna biskilêtan ji bo jinan asayî bibîne. Biskilêt dê hem serfkirina şewateyê kêm bike hem jî bibe sedem ku bi dehan mirov li rawestgehan li benda wesayîdan nemînin. Biskilêt ji bo avhewayê baş e, qirêj nake, di warê aborî de jî sûdê dide. Ji aliyê tendirustiya mirovan ve jî girîng e. Wesayîdeke min a taybet heye lê ji derveyî cihên dûr ger mecbûr nabim bi kar naynim.”