‘Armanca me piştgirî dayîna kesên xwedî hewcedariyên taybet e’

Rêxistinên xwedî hewcedariyên taybet yên Kurdistanê diyarkirin ku ew hewil didin hêza kesên xwedî hewcedariyê taybet û kesên asayî wek hev bê dîtin.

Helepce- Îro li Başûrê Kurdistanê bi boneya roja cîhanî ya xwedî hewcedariyên taybet çalakiyên cûr be cûr hatin derxistin. Li Helepçe jî rêxistinên xwedî hewcedariyên taybet ya Kurdistanê bi hevkariya amadeyiya Ehmed Muxtar Caf çend çalakî li dar xist.

Çalakî di çarçoveya projeya bi hevre jiyana û bingehê aştiya bi rêya bejdarikirina ciwanan hate li dar xistin, di derbarê vê mijarê de Parêzera rêxistinê Mariya Dara diyar kir ku armanca çalakiyên wan ji bo bejdarkirina kesên xwedî hewcedariyên taybet û wiha got: “Me pêşangehek hevbeş ya wênesaziyê vekir, bi mebesta xwedî hewcedariyên taybet derbikevin derve û li gel kesên asayî re têkel bibin. Em li gel kesên xwedî hewcedariyên taybet kar dikin û ji pirsgirêkên wan têdigihîn û hemû hewilda me ew e ku li gel kesên asayî têkel bibin.