‘Aqlê mêrsalarî ji pêwira jinê ya leşkerî bawer nakin’
Yek ji Fermandarên Hêzên Leşkerî yê Silêmanî Rêzan Reşîd Ferec destnîşan kir ku civaka mêrsalarî pêwira jinan a di qada leşkerî de, qebûl nake û got: “Divê der barê pêwira jinê ya di qada leşkerî de civak were hişyarkirin.”
HÊLÎN EHMED
Silêmanî- Li tevahiya cîhanê aqlê mêrsalarî bandorê li ser cihê jinê kiriye. Ji derveyî dûrxistina ji civakê û siyasetê, di qada leşkerî de jî cihê herî kêm didin jinan û li gor wan, parastina leşkerî tenê erka mêr e. Lê belê li beramberî van hemû pevçûnan, jinên Kurd di serdemên cûda de di aliyê leşkerî de xwedî rola pêşeng bûn, ji pêşmergetiya jinê ya li Başûrê Kurdistanê bigre, heta damezrandina artêşa jinê ya di nav gerîlayên azadiya Kurdistanê de û pêşengtiya şervanên jin a di Şoreşa Rojava de. Fikrê ku erkê leşkerî yê mêr e berovajî kir û nîşan da ku jin di aliyê parastina leşkerî de jî dikare pêşengtiya şoreşê bike.
Yek ji Fermandarên Hêzên Leşkerî yê Silêmanî Rêzan Reşîd Ferec diyar kir ku bicihirina biryara 1325’an a ‘Jin aştî û asayîş’ a Encûmena Netewên Yekbûyî karek girîng û pêwîst e. Rêzan Reşîd Ferec da zanîn ku ev, ji bo rû bi rûbûna tundiya li dijî jinê ya di dema şeran û piştî şeran de pêdiviyek e û wiha got: “Derxistina biryar û zagonan pêwîstî bi pêkanînê heye. Bi taybetî zagonên kuştin û tundiya li hember jinan. Dema jinek rastî tundî û destdirêjiyê tê û piştre tê qetilkirin, nebûna zagonên hişk, rê li ber kêmkirina tundî û qetilkirinê nake. Biryar ji aliyê parlementoyê ve tê derxistin û divê di dadgehan de zagon werin hişkkirin. Malbat û bandora aqlê mêrsalarî li ser dayîk û bavan wisa kiriye ku zarokên keç mîna xizmetkara mêr bikar bînin. Malbat sedemên mezinkirina mêrsalarî ya di malbatê de ne.”
‘Mêr ji hêza leşkerî ya jinê bawer nakin’
Rêzan Reşîd Ferec da zanîn ku hebûna aqlê mêrsalarî di hêza leşkerî de jî xwe daye der û wiha got: “Parastina jinan a xak û welat, ji çiya heta niha berdewam dike. Lê belê civaka mêrsalarî bi awayê ku pêwîstiyek leşkerî ye nabîne. Ji ber nedîtina jinan a di peywirek leşkerî de, rû bi rûyî dijberiyê tê. Hebûna mêrsalarî, bûye sedem ku mêr xwe di pêwirên bilind de bibîne. Li berember wê, jinek nikare pêwirek leşkerî û desthilatê bigre. Em jin di bicihkirina karê leşkerî de rastî du cûreyên aqlê mêrsalarî tên. Hin mêr di dema karkirina me de rêz li xwe û erkê xwe digirin. Bawerî bi hebûna hêza jinan a di hêza leşkerî de heye û zagona leşkerî li berçav digrin. Lê belê beşek din yê mêran qebûl nakin ku ritbeyek li ser milê jinê be û erkê lekşerî bicih bikin, ji hêza jinê bawer nakin. Tenê ji bo xwe dixwazin rêveberiyê.”
‘Divê civak were hişyarkirin’
Rêzan Reşîd Ferec destnîşan kir ku gelek caran ji ber bicihkirina zagonan a di damezrandina leşkerî de, mêr neçar dibin rêz li zagonê bigrin û qebûlkirina jinan a di pêwirên leşkerî de erê bikin û got: “Beşek ji mêran di beşa leşkerî de karkirina li gel jinan red dikin. Hebûna jinan a di hêzên leşkerî de, guncaw nabînin. Hebûna aqlê mêrsalarî, jina di her peywir û karî de red dikin. Divê civaka Kurd bê hişyarkirin. Divê qetilkirin û tundiya li dijî jinê bi riya hişyariyê were kêmkirin. Hemû alî ji bo hişyarkirina kesan hewl bidin. Divê bi riya perwerdê hemwelatî werin hişyarkirin.”