Aferîn Mohajer ji ber sedemek nediyar nêzî du mehan e girtî ye

Welatiya bi navê Aferîn Mohajer a 44 roj berê ji ber sedemek nediyar ji balafirgehê hat binçavkirin hat diyarkirin ku wê birine Girtîgeha Evînê. Heya niha jî sedema girtina wê bi fermî nehatiye gotin.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê zexta dewlet û darazê li dijî jinan didome. Bi nêzbûna 25’ê digel ku jin li her deverê li dijî her cûrê tundiyê têkoşînê bilind dikin, Îran bi zexta darazê hewl dide têkoşîna jinan sînordar bike. Welatiya bi navê Aferîn Mohajer a li Têhranê dijiya, di 29’ê Îlonê de hat girtin û wê birin Girtîgeha Evînê.

Li gorî nûçeyan, Aferîn Mohajer dayîka Aktivîsteke siyasî ya li derveyî welat dijî ye. Di roja 29’ê Îlonê de li Balafirgeha Navneteweyî Îmam Humeynî hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku niha li Girtîgeha Evînê di beşa jinan de dimîne.

Der barê hincetên girtina wê de heta niha tu agahiyên fermî nehatiye dayîn.