Şêniyên Qamişloyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan

Gelê Qamişlo bi meşeke girseyî ji bo piştgiriya biryara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku hevdîtinê bi CPT re red kiribû, meşiyan.

Qamişlo – Komîteya Pêşîlêgirina Îşkenceyê ya Ewropyaê (CPT) di meha Îlona sala 2022’an de serdana Îmraliyê kiribû lê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî hevdîtina CPT bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyanî da û da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi CPT re hevdîtin pêk neaniye. Ji bo piştgiriya biryara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Qamişlo meşek girseyî li dar xist. Meş li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber çerxeriya Şerqî, heta çerxeriya Sonî domiya. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin. Jinên ku beşdarî meşê bûn nêrînên xwe parve kirin.

‘Em ê heta dawiya li pey felsefeya Rêber Apo bin’

Resmiye Mihemed daxwaza azadiya fizîkî kir û nêrîna xwe wiha anî ziman: “Em îro ji bo Rêber Apo rabûne ser piyan, em ê heta dawî li pey doza Rêberê xwe bin. Banga me ji hemû gelê me re heye ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo rabin ser piyan. CPT daxuyanî dabû ku bi Rêber Apo re hevdîtin kiriye, lê derket holê ku Rêber Apo qebûl nekiriye û hevdîtin pêk nehatiye. Em azadiya Rêber Apo ya fizîkî dixwazin û em ê her dem têbikoşin.”

‘Heta Rêberê me azad nebe em azad nabin’

Fikriye Reşîd jî da zanîn ku ew ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her dem têbikoşin û wiha got: “Rêber Apo 24 sal in dîl hatiye girtin û heta niha jî di bin tecrîdeke giran de ye, tu agahiya me jê tune ye. Ne malbat ne jî parêzer nikarin serdana Rêber Apo bikin, li dijî polîtîkayên dewleta tirk divê em her dem li ser piyan bin û daxwaza hevdîtin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo bikin. Heta Rêberê me azad nebe em azad nabin. Em ê her dem bibin parêzvanên fikir û ramanên Rêber Apo. Heta dilopek xwîn di bedena me de hebe em ê li dijî tecrîd û binpêkirinan li ser piyan bin. Divê dewletên navneteweyî xwedî li biryarên xwe derkevin. Bila dewleta tirk jî baş bizanibe bi tecrîd û êrîşan nikare me ji Rêber Apo veqetîne.”