Şêniyên Hesekê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan

Gelê bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe re tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşek şermezar kir.

Hesekê - Bi hezaran şêniyên li bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve bi Kurd, Ereb, Suryan û Ermenan re daketin qadan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Di meşê de alên Kongra Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa ”Bê Serok jiyan nabe”, ”Bi vîn û îradeya gelan tecrîd dê were hilweşandin”, “Rêber Ocalan azad bikin” û ”Tecrîda li ser Rêber Apo îradeya gelan hedef digre” hatibûn hildan. Meşê ji çarxeriya Şehîd Arîn Mîrkan a taxa Mişêrfê dest pê kir û li çerxeriya Delîl Cûdî veguherî mîtîngê.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fehed Mihêdî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha anî ziman: “Di şexsê Rêber Apo de, hemû pêkhateyên herêmê tên hedefgirtin. Bi vê tecrîdê dixwazin îradeya gelan têk bibin. Her ku hevdîtinek bi Rêbertî re tê kirin gavên pîroz û serkeftî tên avêtin lewma nahêlin bi parêzer û malbata wî re hevdîtin pêk were. Lê em wekî gelê herêma Bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hemû neteweyên xwe ve li pey doza Rêber Ocalan in û em ê her dem li qadan bin heya ku bighîjin azadiya Rêber Apo.”

‘Bi vîna jinên azad dê tecrîd were şikandin’

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Xalîde Botî teqez kir ku bi vîna jinên azad dê tecrîd û komploya li dijî gelan were şikandin û wiha axaftina xwe domand: “Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîd û komployek li dijî îrade û hêza jinên azad e. Ew bi vê tecrîdê dixwazin destkeftiyên şoreşa jinan têk bibin. Lê berovajî vê îro jin li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Ocalan û di bin dirûşma “Jin Jiyan azadî” de li tevahî cihanê serî hildan û ji bo azadiya xwe û azadiya fîzikî ya Rêbertiyê li qadan in. Her çiqas êrîş li ser herêmên me pêk werin, tecrîd girantirê bikin û jinan hedef bigrin jî em ê li pey doza xwe bin û ji bo azadiya Rêber Ocalan em ê têbikoşin.”

Meş bi dirûşma ”Jin jiyan azadî , “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana îmraliyê” bi dawî bû.