Îsraîl 19 zarokên Filistînî qetil kirin

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku di êrîşên dawî yên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 19 zarokên Filistînî jiyana xwe dest dan.

Navenda Nûçeyan - Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Mîchelle Bachelet, der barê êrîşên hefteyek dawî yên Îsraîl li dijî Filistînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de agahiya ku di hefteyek dawî de di encama êrîşên Îsraîlê de 19 zarokan jiyana xwe ji dest dane, hat parvekirin

“Qetilkirina zarokan li dijî wijdanê”

Michelle Bachelet diyar kir ku qetilkirina zarokan li dijî wijdanê ye û di daxuyaniya xwe de, wiha got:

"Qanûna mafên mirovan a navneteweyî vekirî û zelal e. Êrîşên ku sivîlan an jî pêkhateyên sivîl hedef girtin qedexe ye. Divê ev êrîş bên rawestandin. Di êrişan de zirardayîna zarokekî gelekî ne rihetiye. Kuştin û birîndarkirina zarokan dij wijdanî ye. Li dijî gelek caran binpêkirina Îsraîlê qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî, kêmaniya bi giştî hesab dayînê didome.”