Îran li dijî jinan gefên xwe didomîne

Rayedarên hikumeta Îranê diyar kirin ku jinên li gorî zagona hîcaba bi zorê tevnegerin wê cezayên giran li wan bibirin.

Navenda Nûçeyan- Serhildanên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin 5 meh in bênavber berdewam dikin. Hikumet li dijî gel gef û zextên xwe û darvekirinan berdewam dike. Jin li Îranê bi salan e li dijî hîcaba bi zorê çalakiyan li dar dixin. Jinên ku pêşengiyê ji serhildanê re dikin di vê pêvajoyê de lez dane çalakiyên xwe. Duh ji aliyê berdevkê komîsyona daraz û hiqûqa parlamentoya komara Îslamê ya Îranê ve daxuyanî hat dayîn û gefa cezayên giran li gel û jinan hat xwarin. 

Di her warî de gef li jinan hat xwarin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê sîstemek bi navê sîstema çavdêriyê bi nav dikin bînin. Her wiha hat gotin ku dê tedbîrên li hemberî hîcaba bi zorê zêdetir bikin, jin û zarokên keç ên ku li gorî zagona hicaba bi zorê tevnegerin wê cezayên giran ji wan re werin dayîn û ji bo pêkanîna hicabê bi riya telefonê wê hemû kesên ku telefon bi kar tînin bi peyaman hişyar bikin. Di heman demê de jinên ku li gorî zagona hîcaba bi zorê tevnegeriyane cezayê hişyariyê, cezayê pere bigrin, ji mafên xizmeta civakê werin bêparkirin, nasnameya wan neyê nûkirin û bi dayîna gelek cezayên din ên giran gef li wan hat xwarin.  

Di dazuyaniyê de diyarkirin ku li taxên bajarên Îranê ji bo tesbîtkirina kesên hîcabê li xwe nekin di demek nêz de sîstema çavdêriyê çêbikin û wê bi vê sîstemê navê jinan aşkera bikin û wan ceza bikin.