Înisiyatîfa ‘Em hemû ew in' di warê mafan de jinan perwerde dike

Rewneq Nasirî da zanîn ku li Cezayîrê di warê perwerdekirin û hişyarkirina mafên medenî, siyasî, aborî û civakî de dê jin bên piştgirîkirin.

NECWA RAHİM

Cezayir - Înîsiyatîfa ‘Em hemû ew in" ku ji hêla Rewneq Nasirî ve di sala 2020’an de di dema pandemiya Corona de hate destpêkirin, hewl dide ku ji bo jinan li eyaleta Anaba li Cezayîrê kampanyayên hişyariyê û qursan organîze bike.

Li ser armanca înisiyatîfa “Em Hemû Ew in” Rewneq Nasirî wiha got: “Ev însiyatîfa hewl dide êrîş û her cure şîdeta li ser jinê, çi tundiya exlaqî, derûnî, fîzîkî û devkî be bi dawî bike. Me gelek atolye û nîqaş li ser tundiya li ser jinan li dar xistin, her wiha dersên xweparastinê ji bo jinan hatin dayin û fîlmên ku li ser diyardeya tundiyê ne hatin nîşandan.”

Giranî didin perwerdeya mafên jinan

Rewnaq Nasirî derbarê kampanyaya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan wiha got; “Em îsal giranî didin ser perwerde û atolyeyên hişyarkirinê yên jinan derbarê maf û qanûnên ku wan diparêzin. Divê komeleyên jinan li eyaleta Anaba bixebitin û bibin yek û bi hevkariya klûbên zanîngehan û civaka sivîl ji bo ronîkirina pirsgirêkên civakî û beşdariya jinan di jiyana civakî û siyasî de. Jin dê di warê perwerdekirin û hişyarkirina mafên medenî, siyasî, aborî û civakî de, bi taybetî jî di ravekirina rast a têgînên femînîst ên li Cezayîrê de, werin piştgirîkirin.”