Îdianameya der barê Şebnem Korur Fîncanci de hat qebûlkirin

Îdianameya ku der barê Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci de hat amedekirin, hat qebûlkirin.

Navenda Nûçeyan - Îdianameya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve derheqê Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincancî de hatiye amadekirin, ji hêla 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hat qebûlkirin.

Şebnem Korur Fîncanci ya di 27’ê cotmehê bi sedema nirxandinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve hatibû girtin û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” were darizandin. Danişîna ewil a dozê dê di 23’ê Kanûnê de bê lidarxistin.