Êrişên Îsrailê yê li ser Xezayê didome: Sivîl tên hedef girtin

Êrişên artêşa Îsraîlê yê li dijî Xeza didome. Li gor daxuyaniyên tên dayîn di nava 24 saetên dawî de zêdeyî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Xeza – Berdevkê Miduryeta Parastina Sivîl ya Filistînê Mahmud Basal ragihand ku ji roja ku êrişên leşkerî yên Îsrailê li dijî bakûrê Xeza destpêkirî heta niha hejmara Filistîniyên jiyana xwe ji dest dane bûye 2 hezar û 700, hejmara birîndaran jî 10 hezar derbas kiriye.

Di 24 saetên dawî de zêdeyî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan

Mahmud Basal got: “Îsrail di qetliamên di 24 saetên dawî de li Cibaliya û Bayt Lahiye pêkanî de nêzî 100 Filistînî şehîd bûne.”

Mahmud Basal diyar kir ku dagirkerî Filistiniyên ku ji bo av û xwarinê bine yan jî ji bo sotemeniyê û her tevgerên ku ji derveyî mala xwe dikin, dibin hedef û wiha got: “Ji ber êrişên Îsrail yên didomin, li hemû herêmên li bakûrê Zîvala Xeza, parastina sivîl hatiye rawestandin û bi hezaran Filistîniyên li wêderê ji xizmeta tibî û mirovî bê par mane.”

Sivîl bûn hedef: Hejmarek zêde ya mirî û birîndaran heye

Miduriyeta Parastain Sivîl ya li Xeza têkildarî êrişan daxuyaniyek da. Li gor daxuyaniyê; atêşa Îsrail, herêma Rimal ya li navenda bajarê Xezayê kir hedef.

Di encama êrişa Îsrail ya li dijî avahiya malbata ‘Kehîl’ ya li Cadeya Şuheda de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde kes jî birîndar bûn. Xebatên rizgariya 6 kesên ku di bin kavilên avahiyê de mayîn didome.

Li gora şahidan, artêşa Îsrail li herêma Cibaliya en- Nezle, li nêzî dibîstana Halime es-Sadiye komek Filistînî kir hedeh, 1 kesê jiyana xwe ji dest da, hejmarek zêde kes birîndar bûn. 

Di encama êrişa Îsrail li ser komek Filistînî û erbeyek li bajarê Xan Yunus ya li başûrê Xezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, di bûyerê de birîndar çêbûn.

Erebeyek hate hedefgirtin

Artêşa Îsraîl li ser riya Cadeya Salahaddîn ya li bajarê Xan Yunus ya li Zîvala Xeza erebeyek kir hedef. Di encama êrişê de ji xebatkarên Xwarinpêja navenda Cîhanê 3 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Şahidan diyarkirin ku di encama êrişên Îsrailê de li derdor xisarek mezin çêbûye, dû kesên ku di rêde derbaz dibûn di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dane.