Êrişên Îsraîlê li ser Xezayê di roja 235’an de ye: Gelek kes hatin qetilkirin

Îsraîl êrişên xwe yên li dijî bajarê Refahê yê li başûrê Zîvala Xezayê tevahiya şevê berdewam kir. Di êrişan de hejmarek zêde ya Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê heta niha li ser Zîvala Xezayê bênavber berdewam dikin. Di daxuyaniya herî dawî ya Wezareta Tendirustiya li Xezayê da de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane weke 36 hezar 50, hejmara birîndaran weke 81 hezar û 26 hezaran hat qeydkirin. Bi êrişên dawî re hat diyarkirin ku dê hejmar zêde bibe.

Artêşa Îsarîlê êrişên xwe yên li ser Zîvala Xezayê tevahiya şevê berdewam kir. Artêşa Îsraîlê taxa Sultan Tel es a li rojavayê bajarê Refahê bi awayekî dijwar topbaran kir û bi balafirên bê mirov (ÎHA) yan êriş kir. Li Sultan Tel es kona aydî malbata ‘Ebu Cerad’ nêzî depoya Ajansa Avadanî û alîkariya Koçberên Filistînê li rojhilatê navîn ê Neteweyên Yekbûyî (UNREWA) bombaran kir.

Li herêma ku Îsraîl beriya 2 rojan kampa konan kir hedef rê li ber mirina 45 Filistînyan vekir, hat diyarkirin ku di encama hedefgirtina kona malbata ku ji cihê xwe bûye herî kêm 3 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, hejmarek zêde ya kesan jî birîndar bûne. Di heman demê de di encama hedefgirtina Îsraîlê ya qata serî ya nexweşxaneya Endonezya ya li Sultan Tel-es, taxa ed-Derc, bazara Bureyc û kampa Bureyc sê mal kir hedef de hejmarek zêde ya kesan jiyana xwe ji dest dane.