Êrîşa li ser Xezeyê bi dawî bû lê kî dê dest û lingên Rehef Selman vegerîne?

Bi navbeynkariya Misirê, piştî êrîşa ku 3 rojan berdewam kir û di encamê de hejmarek kuştî û birîndar hebûn, rêkeftinek derbarê agirbestê li Xezayê hat ragihandin.

Xeza - Şandeke îstixbarata Misirê hat Îsraîlê û piştre ji bo aramiyê ber bi Xezayê ve bi rê ve çû. Li sivikkirina dorpêça li ser Xezayê û destûrdayîna kamyonên sotemeniyê di nav santrala elektrîkê de nîşaqş hatin kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezayê, ji ber rawestandina santrala elektrîkê û nebûna sotemeniya pêwîst a ji bo xebitandina jeneratoran, xizmetên pizîşkî li nexweşxaneyên hikûmetê hatin rawestandin.

15 jê zarok û 4 jê jin 44 kes jiyana xwe jidest dan

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li hemû nexweşxaneyên hikûmetê kar li klînîkan hatine rawestandin û neştergeriyên plansazkirî hatine sekinandin da ku derfetek tam ji bo emeliyatên lezgîn ji mexdûrên êrîşa vê dawiyê re were dayîn. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê 15 zarok û 4 jin di nav de 44 kes di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dane û hejmara birîndaran gihîştiye 360 ​​kesan.

360 kes birîndar bûn

Her yek ji 360 birîndaran çîrokek wî ya bi êş heye. Mîna zaroka bi navê Rehef Selman, ku di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê de destek û her du lingên xwe wenda kir. Rehef Salman piştî ku bijîjkan hêviya xwe ji xilaskirina wê winda kirin, li ser nivîna nexweşxaneyê di nava xwînê de şiyar bû, bi destê xwe yê çepê nîşana serkeftinê bilind kir, ku tenê ew destê wê maye, lingên wê û destê wê yê rastê hatin jêkirin. Lewra pirs dimîne ku kî dê dest û lingên keça heft salî vegerîne û dê çawa karibe jiyana xwe berdewam bike?