‘Êdî ji gotina ‘tecrîd’ re tehemul nemaye hewl didin dengê civakê bibirin’

Endama OHD’ê Adîle Salman bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê yên li Îmralî berdewam dikin û got: “Li dijî kesên ku dibêjin tecrîd pêkanînên hiqûqî tên kirin. Bi vî awayî hewl didin dengê civakê qut bikin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- 38 meh in bi tu awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li girtîgeha girtî ya Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin nayê girtin. Serlêdanên malbat û parêzeran bêencam dimînin, tecrîda li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê her roja ku diçe kûrtir dibe. Girtiyên ku tecrîdê qebûl nakin çalakiya bi dirûşma ‘Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Azadî’ dane destpêkirin berdewam dike. Girtiyên ku dixwazin daxwazên xwe pêşkêşî saziyên fermî bikin hat zanîn ku di vê pêvajoyê de rastî cezayên sansur û disîplînê hatine. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê herî dawî di dîroka 14’ê Gulanê bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bursa û Muduriyeta girtîgeha Îmraliyê dan. Ji bo serlêdanên parêzeran ên ji bo Îmraliyê ‘cezayê disîplînê’ weke hincet nîşan didin. Der barê naveroka ‘cezayê disîplînê’ de jî tu daxuyanî nayê dayîn.

Endama Şaxa Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Adîle Salman der barê pêvajoya tê jiyîn nirxandin kir û bal kişand ku li dijî tecrîdê mekanîzmayên neteweyî û navneteweyî nayên pêkanîn.

‘Mekanîzmayên pêwîst nayê pêkanîn’

Adîle Salman diyar kir ku saziya herî eleqedar CPT jî pirsan bêbersiv dihêle û wiha got:

“Em weke parêzerên bi nêzîkatiya hiqûqa azad têkoşînê didin meşandin her dem li pey gotinên xwe yên der barê tecrîdê de ne. Her dem em li cihê xwe di nava têkoşîna bi tecrîdê re ne. Qonaxa ku niha hatiye, tu gevek ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê nayê avêtin, encama atmosfera siyasî bi xwe re aniye. Mekanîzmayên neteweyî yên li vê derê û ji derveyî siyasetê mekanîzmayên navneteweyî yên ji vê berpirsyar hene. Destpêkê CPT ku ji vê berpirs e, bersiva îdiaya ku ‘hevdîtin tê kirin’ jî nade, ev dide nîşandan ku hemû mekanîzma nayên pêkanîn. Di nava mekanîzmayên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî de, der barê gelê Kurd de dema mijar dibe maf em dibînin ku hemû welat sist nêz dibin.”

‘Tecrîd belavî hemû girtîgehan bûye’

Adîle Salman da zanîn ku xitimîna di pêvajoyê de û li gel neçareseriyê tecrîdê belavî hemû girtîgehan bûye û bal kişand ku girtiyan li dijî tecrîdê dest bi pêvajoyeke çalakiyê kirine. Adîle Salman destnîşan kir ku ev pêvajoya destpêkê bi çalakiya greva birçîbûnê dest pê kiribû daxwaza girtiyan ne rakirina tecrîdê ye, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e û wiha domand: “Di têkoşîna tecrîdê de der barê bêhiqûqiya tecrîdê de bi salan e hevdîtinek nehatiye pêkanîn. Der barê vê de tu gav nehatin avêtin. Li dijî vê ne çareseriyê parêzer û malbat serlêdanên xwe berdewam dikin. Weke ku gavek li dijî bidawîkirina vê tecrîdê nehatibe avêtin, li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê rewşek ku belav bibe heye. Girtiyên ku vê tecrîdê û zextan qebûl nekirin, ji Mijdara sala borî ve heta niha di pêvajoya çalakiyan de ne. Di her firsendê de tînin ziman heta ku daxwazên wan neyên qebûlkirin wê dawî li vê pêvajoyê neynin.”

 ‘Der barê girtiyan de lêpirsîn tên vekirin’

Adîle Salman destnîşan kir ku pêvajoya çalakiya nû ya girtiyan ne şexsî ye, daxwazek civakî didin meşandin û ev pêvajo jî bi xwe re gelek binpêkirinan tîne. Adîle Salman bi bîr xist ku girtiyên li dijî tecrîdê daxwaza çareseriyê dikin name û daxwaznameyên wan tên sensurkirin û der barê gelek girtiyan de ev daxwaz weke hincet tên nîşandan, lêpirsînên disîplînê tên vekirin.

Adîle Salman di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Girtiyan niha bi heman daxwazê dest bi pêvajoyeke nû ya çalakiyê kirine. Ev çalakî bi awayê derneketina hevdîtina parêzeran, malbat û derneketina telefonê berdewam dike. Ev pêvajo di asteke ku rewşa xwe malbat û darizandina edlî de mafên xwe binpê bikin de ye. Girtî bi vê çalakiyê ne daxwazên xwe yên şexsî, bi giştî daxwazên ku ji bo gelê Kurd pêwîst in tînin ziman. Dixwazin van daxwazan bigihîjînin saziyên fermî lê belê her dem rastî astengiyan tên. Di daxwazname û nivîsên ku şandine ji Wezîrê Edaletê re tên sansurkirin. Dîsa bi îdiaya daxwazên wan propaganda ne, der barê wan de lêpirsîn tên destpêkirin, an jî biryara cezayê disîplîne didin. Daxwazên girtiyên li dijî tecrîdê derdikevin jî di nav de dixwazin bixin nava tecrîdê. Ev rewş rewşeke li dijî mafên mirovan e.” 

‘Divê gavên rast ên ku çareseriyê bînin werin avêtin’

Adîle Salman da zanîn ku di pêvajoya dawî de mirovên li dijî tecrîdê derdikevin rastî pêkanînan tên û wiha got: “Ên ku dibêjin tecrîd heye tên sûcdarkirin. Ev pêkanînên li dijî qutkirina dengê civakê û azadiya îfadeyê ye. Ev bêhiqûqiya heyî ji pêvajoya Îmraliyê ne qut e. Di vê mijarê de weke hiqûqnasan em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin. Em bang dikin ku mekanîzmayên neteweyî û navneteweyî di vê mijarê de gavên rast ên ku çareseriyê pêk tînin biavêjin.”