Çawîşê pispor destpêkê tacîz kir û paşê gule reşand!

Çawîşê pispor ê ku li Dêrsimê jinek tacîz kir, piştre li ser jina ku tacîz kiribû û kesên li derdor gule reşand.

Navenda Nûçeyan – Li ser tundiya bi unîforma ya li dijî jinan yekî nû zêde bû. Çawîşê pispor ku li Dêrsimê jinek tacîz kir, li hemberî jina ku hat tacizkirin û kesên li derdor çek rakir û piştre jî li derdor gule reşand. Di vê kêliyê de yek ji çawîşên pispor hevalekî xwe yê din yê li keleka xwe birîndar kir. 4 kesên ku bi wesayitê hewl didan birevin hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku der barê 2 çawîşên pispor de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Piştî tacîz kir, gule reşand

Bûyer li kolana Cûmhûriyetê ya navenda bajêr pêk hat. Hat hînbûn ku çawîşê pispor ên di wesayitê de, bi gotinan jinekê ku di rê de dimeşiya tacîz kir. Piştî ku jin li dijî vê sekinî, li hemberî çawîşên di seyareyê de berteka derdor bilind bû. Çawişê ku taciz kir li ser jina ku rastî teacizê hatiye û kesên li derdor bê navber gule reşand.

Hat hînbûn ku çawişên pispor ên piştî bûyerê hewl dane birevin hatine girtin û kesên birîndar bûne rakirine nexweşxaneyê. Hat zanîn ku derbarê 2 çawişên pispor de lêpirsîna îdarî hatiye destpêkirin.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku li seranserê Kurdistanê taciz, destdirêjî û kuştinên ku bi destê kesên ku li saziyên dewletê de cih digrin zêde bûne. Lê li hemberî van kiryaran her çiqas lêpirsîn bên destpêkirin jî gelek ser gelek bûyeran tên girtin.