Çalakvana jin a Îranî li ber girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kir
Çalakvana mafên jinan û derûnînasa Îranê Shokoufeh Yadollahi, ji bo zaroka xwe ya ku bi binçavkirinê hat girtin li ber girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kir û wiha got; "Heta ku agahî bigrim naçim cihekî."
Navenda Nûçeyan – Di vê dema ku di girtîgehên Îranê de zext û îşkenceya li dijî girtiyan bênavber didomin de, malbat ji bo ku ji zarok û xizmên xwe agahî bigrin, li deriyên girtîgehan dixin. Çalakvan û derûnînasa Îranî Shokoufeh Yadollahî bi gotina "Heta ku bi zarokê xwe Kasrî Nourî re hevdîtin bikim ji vir neçim” li ber Girtîgeha Adel Abad a li Şîrazê dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Çalakvan û derûnînas Shokoufeh Yadollahî, li ser banga rêxistinên mafên mirovan ku parvekirin Kasrî Nourî rojên borî bi îşkenceyê sewqî girtîgeheke din kirine, li ber girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Hat ragihandin ku daxwaza hevdîtina malbat û xizmên girtiyê siyasî Kasrî Nourî yên li girtîgehê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê redkirin û der barê aqûbeta wî de agahî nadin.