Çalakvana girtî Narges Mohammadî bang li NY’yê kir

Çalakvana girtî ya mafên mirovan Narges Mohamma di nameya ku ji bo serokatiya konseya mafên mirovan (NY) re şand de xwest ku komara Îslamî ya Îranê ji serokatiya Forma Civakî derbixin.

Navenda Nûçeyan- Foruma Civakî ku her sal ji aliyê Konseya Mafên Mirovan (NY) di çarçoveya temayek diyar de tê organîzekirin, welatên ku endam saziyên navneteweyî yên mafên mirovan, rêxistinên civakê yên di qada navneteweyî de xebat didin meşandin, hedef dikin ku di nava yên din ên beşdar bûne de diyalogê berfireh bikin. Yek ji wan welatên ku di serokatiya Foruma NY’yê de cih digre Îran e. Çalakvana Mafên mirovan Nargez Mohammadî ku li girtîgeha Evînê ya Îranê girtîye. Ji serokatiya konseya mafên mirovan (NY) re nameyk şand û bang kir ku komara Îslamî ya Îranê ji serokatiya Forma Civakî derbixin.

‘Îran mafan binpê dike’

Narges Mohammadî di nameya xwe de wiha got: “Armanca bingehîn a vê forumê ew e ku bi diyaloga vekirî û nîqaşên bi nunerên sazî, hikumet, dewlet, endam û civaka sivîl re mafên mirovan bixin rojevê. Hikumeta Îranê bêguman welatekî ku mafên mirovan binpê dike ye. Li kolanan mirov tên qetilkirin. Xwepêşander û yên ku sîstemê rexne dikin tên girtin, di serhildana dawî ya gel de li hemberî jinan êrîşa zayendî, gelek sûc û binpêkirin çêbûn. Der barê mijarê de belgeyên me hene, dema ku pêwîst kir em dikarin di îfadeya xwe de pêşkêş bikin.”

‘Hemû rêbazên zextê tên bikaranîn’

Narges Mohammadî destnîşan kir ku Meqamên Îranê zêdetirî 20 salan e ji bo civakê tune bikin serî li hemû rêbazên zextê didin û got: “Konseya mafên mirovan ma ji saziyên civaka sivil a li Îranê pirs kiriye ku Komara Îslamê çi kiriye? Sendîkayên nivîskaran, yekitiya parêzvanên mafên mirovan, saziyên jinan, ekolojîst, mamoste, personel, rojnameger, xwendekar, kêmarên dînî, etnîk û navneteweyî li girtîgehan girtîne. Ma wê konseya mafên mirovan endamên girtî yên van rêxistinan dawetî civîna xwe bikin?”

‘Em bêdeng namînin’

 Narges Mohammadî amaje bi wê yekê kir ku konseya mafên mirovan di van çalakiyên dawiyê de, nakokî, tevlîheviya serî û şikandina xeyalan ava kiriye û destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe ya demokrasî, azadî û wekheviyê berdewam bike û got: “Em dest jî berxwedanê bernadin. Ne mumkun e ku ez û hevalên xwe bêdeng bimînin û em çavên xwe ji binpêkirinên mafan ên hikumetê re nagirin.”