Çalakiya konvedanê ya li pêşiya NY’ê di roja 17’emîn de didome
Çalakiya Konvedanê ya HPC-Jin di roja xwe ya 17’an de didome. Komîteya Perwerdeyê ya Rêxistina Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pişgirî da konê çalakiyê û bi daxuyaniyek êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.
Qamişlo - Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin a bi armanca pêşîlêgirtina êrîşên dewleta Tirk a li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şermezarkirina bêdengiya NY’ê ya li hemberî van êrîşan hatibû destpêkirin di roja 17’emîn de didome. Di roja 17’emîn a çalakiya konvedanê de şêniyên Taxa Qudurbek, şêniyên navçeya Til Temira girêdayî Kantona Hesekê piştgirî dan çalakiya ku bi pêşengiya HPC-Jin hatiye destpêkirin. Her wiha Komîteya Perwerdeyê ya Rêxistina Kogreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin konê çalakiyê de daxuyanî da.
“Dewleta tirk di êrîşên xwe de hemû zagon û pîvanên mirovî binpê dike”
Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeyê Xewla Xelîl ve hat xwendin, wiha bû: “Dewleta tirk a dagirker rojane bi balafirên xwe yên keşfê û çekên giran êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û di encamê de endamên hêzên leşkerî yên ku hêza tarî û teror a DAIŞ’ê ya ku heya roja îro xeteriyekê temsîl dike ser cîhanê şikand, hedef digire. Dewleta tirk hemû pêkhateyên herêmê di nav de zarok jî mîna dibistana taybet bi perwerdekirina keçan a ku NY li ser disekine di encama wê êrîşa hovane de 4 zarok hatin qetilkirin. Dewleta tirk bi hinceta parastina xeta xwe ya sînorî şer dike, ji ber vê yekê ewlehî û aramiya herêmê têk dibe ku di encama van kiryaran de hemû zagon û pîvanên mirovî binpê dike di nav bêdengiyeke cîhanî de li ser van kiryaran. Ev hemû êrîş dibin sedema koçberkirina şêniyên herêmê û valakirina wê ji xelkên wê yên resen da ku malbatên çeteyên xwe di wan herêman de bi cih bike, ev çeteyên ku bi sedan car dizî, qetilkirin, wêrankirin û sûcên herî qirêj der heqê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk aniye weke niha li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê. Em wekî Komîteya Perwerdeyê ya Rêxistina Kongreya star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li tevahî hêzên dewletî û rêxistinên mirovî û hiqûqî dikin ku bi erkên xwe yên mirovî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabin. Her wiha em daxwaza qedexekirina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û êrîşên dewleta tirk bên sekinandin.”
“Em ê xwedî li axa xwe derkevin”

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Navçeya Amûdê Nûra Hisên êrîşên dewleta tirk li ser herêmê şermezar kir û got: “Îro me bi armanca rawestandina êrîşên dewleta tirk li ser herêmê dest bi çalakiyê kiriye. Armanca me ew e ku em êrîşên ezmanî yên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin. Di encama êrîşên dewleta tirk de fermandar, zarok û jin tên qetilkirin. Îro em wek Komîteya Perwerdeyê hatine bin vê konê û daxwaza me ew e ku êrîşên dewleta tirk li ser gelê Kurd bên rawestandin. Em careke din êrîşên dewleta tirk li ser herêmên me û kesên ku destên wan di nav xwîna zarokên Kurdan de heye şermezar dikin. Me ewqas bang li Saziyên Mafên Mirovan kir lê mixabin heta niha me tu encam negirt. Heta niha jî dewletên navneteweyî êrîşên ku dewleta tirk li ser gelê Kurd pêk tîne bêdeng in. Em şer naxwazin lê dema şer tê ber derî em neçar dimînin parastina axa xwe bikin û parastina rewa pêk bînin. Em dixwazin yekitiya gelê Kurd pêk were û êrîş bên sekinandin. Em wek gelê Kurd dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê xwedî li Rêber Apo, şehîd û axa xwe derkevin.”
“Em ê bi pêşengiya jinan van êrîşan têk bibin”

Endama Komîteya Perwedeyê ya Kantona Hesekê, Koçer Hisên helwesta xwe wiha anî ziman: “Dewleta tirk a faşîst bi rojan e gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. Îro em wek Komîteya Perwerdeyê ya Til Temir û Hesekê hatine bin konê rûmetê da ku em helwestên xwe li hemberî dewletên navneteweyî nîşan bidin. Îro 17 roj ev kon hatiye vedan û em dibêjin dê çalakiya me her dem berdewam bike heta ku êrîş û tehdîtên dewleta tirk li ser herêmên me bên rawestandin. Em ji dagirkeriya tirk re dibêjin na û tu nikarî gelê Kurd tune bikî. Me çawa ku şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan dest pê kir, em ê careke din bi pêşengiya jinan li dijî êrîşên dewleta tirk li qadan bin. Dewleta tirk çiqas êrîş bike jî em ê her dem li dijî van êrîşan têbikoşin û bi hebûna xwe serkeftinê mayinde bikin. Kesên ku di van êrîşan de şehîd ketine em careke din bi bîr tînin û em ê tola wan hilînin.”