Çalakiya edaletê di roja xwe 612’emîn de ye
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Senyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 612’emîn de didome.
Riha – Nobeta Edaletê ku Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja xwe ya 612’an de ye.
Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê tevlî çalakiya nobetê nebû, Ferît Şenyaşar nobet domand.
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê ev parvekirin kir: “Têkoşîna me ya Heq û edaletê li pêşiya Edliyeya Rihayê di roja 612’emîn de bênavber berdewam dike.”