4 jê jin li dijî 18 niştecihên Îlamê dosya hat amadekirin

4 jinên bi navê Mirziye Melîk, Afson Senjabî, Hadis Kasimî û Hesna Pereng jî di nav de li dijî 18 hemwelatiyên Kurd ên li Îlamê dijîn, dosya hat vekirin û bi sûcdariya "propagandaya li dijî rejîmê" ketin di bin çavdêriya dadweriyê.

Navenda nûçeyan- Li gorî agahiyên hatine girtin, 4 jê jin 18 welatiyên Kurd ên li Îlamê dijîn, ji aliyê Şaxa Lêpirsînê ya 7’emîn a Dozgeriya Îlamê ve bi sûcdariya "propagandaya li dijî rejîmê" û " li ser înternetê belavkirina nûçeyên derew” ketin bin çavdêriya dadweriyê.

Di danişîna 17’ê Mijdarê de, der barê Mirziye Malik, Dariuş Hasilî û Vahîd Latifnejad de biryara girtinê hat dayîn. Her wiha ji bo 6 hemwelatiyan jî di dosyaya ku têkildarî "belavkirina nûçeyên derew" ji bo Mehrdad Yarî jî bi sûcdariya "propagandaya dijî rejîmê" dihat meşandin de, biryara "rawestandina taqîbatê” hat dayîn.