25’ê Mijdarê jinên di hedefa dagirkerî û dewleta Tirk de

Pêwîst e em jinên li pey şopa Xwişkên Mîrabel ên li dijî dîktatoriyê têkoşiyan û ji aliyê dîktatoriyê ve hatin qetilkirin bi bîr bînin; ji ber ku dewleta Tirk bi awayê xwe yê herî hovane hewl dide li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşê têk bibe.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan-  Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê de jinan hemû cure tundiyê nîqaş kirin û diyar kirin ku ew ê li dijî vê qirkirina zayendî gav bi gav têkoşîna xwe  bidomînin. Tundiya li dijî jinan li Tirkiyeyê bi lezek mezin bi pêş dikeve. Jinên ku dixwazin di jiyana xwe de bibin xwedî gotin, ên red dikin an jî bêyî sedemek hebe, li malên xwe yên herî bi ewle tê hesibandin an jî li nava kolanê li ber çavên hemû kesan tên qetilkirin. Bloka desthilatdar a AKP-MHP'ê ku bi stratejiyên xwe yên "malbata pîroz" hewl dide jinan heps bike û ji qada giştî derxe, li pêşiya jinên ku ji wî re ne “guncaw e” çeka tundiyê bi kar tîne.

Dewleta Tirk hemû jinên li dijî xwe dike dijmin. Îro dema di 25’ê Mijdarê de dema tundiya li ser jinan tê axaftin, pêwîst e jinên li pey şopa Xwişkên Mîrabel ên li dijî dîktatoriyê têkoşiyan û ji aliyê dîktatoriyê ve hatin qetilkirin û bûn hedef jî bi bîr bînin; ji ber ku dewleta Tirk bi awayê xwe yê herî hovane jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengên şoreşê ne hedef digre.

Jinan hedef digre

Gelo jin çima di hedefê de ne ? Qetilkirina jinên pêşeng tê çi wateyê? Ma tiştên ku Tirkiye li derveyî sînoran dike bi van tiştan re sînordar e? Şoreşa jinan a ku li ber çavên hemû cîhanê çebû, xwe dispêre hêza serbixwe ya tevgera azadiya jinan. Ji bo rakirina Rêveberiya Xweser a ku tam di nava vê şoreşê de hat avakirin, jinên pêşeng dibin hedefa bombe û guleyan. Tirkiye qirkirina ku li dijî Kurdan pêk tîne, bi taybetî dixwaze bi qetilkirina jinan temam bike û berjewendiyên xwe yên li herêmê bîne cih. Herî dawî Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Akademîsyen Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê hat qetilkirin. Nagihan Akarsel jinek e ku fikra sedsala 21’emîn dê bibe sedsala jinê pejirandiye, ji bo hemû jinên ji bo felsefeya “Jin, Jiyan, azadî” têkoşîn meşandiye û di vî warî de xebatan meşandiye xeyala jiyana azad kiriye. Ji ber vê sedemê jî ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wî ve hat qetilkirin.

Bi dehan jin hatin qetilkirin

Beriya Nagîhan Akarsel Tirkiye û dîsa bi piştgiriya wî siyasetmedar Hevrîn Xelef, Yadê Eqîde, Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, Dayika Emîne Weysî, Seda El-Hermas, Hind El-Xidêr, Rojîn Îso, Nujiyan Ocelan, Viyan Kobanê, Dilar Heleb, Ronahî Kobanê, Cîhan Nidal Elî û bi dehan jin, bi hedefgirtinê hatin qetilkirin. Balafirên bêmirov (SÎHA) ên aîdê Tirkiyeyê, di 23’ê Hezîrana 2020’an de li gundê Helincê yê rojhilatê Kobanê mala welatparazek bombebaran kir. Di êrîşê de endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, Rêvebera Kongra Star a navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl û xwediya mal Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Kongra Star 23’ê Hezîranê roja ku jin hatin qetilkirin, weke “Roja Têkoşîna Li Dijî Qetlîamên ku Nasnameyên Jinên Siyasî û Pêşengên Azadiya Jinan Hedef Digre” îlan kir. Dîsa di bombebarana 19'ê Mijdarê pêk hat de jî Hediye Abdullah jiyana xwe fedayê têkoşînê kir û 14 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.

'Em têkoşîna xwe ji bo civaka xwe pêk tînin'

Dîsa di 22’ê Tîrmehê de hêzên Tirk ku her roj qetliaman dike, 3 jinên şoreşger ên beşdarî Foruma Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne hedef girt. Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan ên YPJ’yî ku beşdarî roja yekemîn a forûmê bûn û li ser mijarên jin û parastinê nîqaş meşandin, di derketina forumê de encama hedefgirtina wesayîda wan de ji aliyê Tirkiyeyê ve jiyana xwe ji dest dan. Yek ji fermandarên YJP'ê yên hatin qetilkirin Jiyan Tolhildan di roja yekemîn a forumê de li ser parastina jinan û di şoreşê de pêşxistina parastina jinan pêşkêşî kiriye û bi gotina her civak qehramanên xwe diafirîne û ev qehraman xeta têkoşînê diafirînin û wiha axivîbû: “Me jî berdêlên giran dan û me hemû têkoşîna xwe ji bo civaka xwe pêk anî. Tovên neteweya demokratîk bi bedel û têkoşînên mezin hatin avêtin. Ji gelên ku di bin pergala netew-dewletê de dixeniqîn re bi nêzîkatiya hişmendiya neteweya demokratîk bûn nefes.”

Jin tên hilbijartin

Tirkiye, ji dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî heta guhertina demografîk, li dijî herêmên niştecihbûnê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên xwe didomîne. Bi SÎHA’yan gelê sivîl tên hedefgirtin. Xweza tê talankirin. Dar tên birîn; ax tê jehrkirin. Ruxmê ku van sûcên Tirkiye pêk tîne li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ne jî; dewletên cîhanê bêdengiya xwe diparêzin. Tirkiye û hêzên girêdayî wî di pirsigirêka Kurd de çareseriyê di polîtîkayên şer de digerin, li cihên dagir dikin jinan hedef digrin.

Xesara herî zêde jin û zarok dibînin

Li gorî raporeke ku ji aliyê Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye weşandin, tenê li bakur-rojavayê Sûriyeyê bêewlehiya xwarinê gihîştiye asta rekorê. Bihayê xwarinê bi awayekî tund zêde dibe. Xizmetên bingehîn bi awayekî cidî sînordar e. Ji 1,7 milyon mirovên ku li kampan an jî niştecihên ne fermî dijîn, 800 hezar di konan de dijîn. Piraniya konan kevn, qetandî yan jî ne li gorî şert û mercên hewayê ne. Li aliyê din Tirkiye li herêmên Kurd lê dijîn qutkirina avê pêk tîne. Qutbûna avê li herêmê şewba kolerayê zêde dike. Dîsa yên ku xesarê herî zêde dibînin jin û zarok in. Jinên ku li herêmên pevçûnê neçarî koçberiyê tên kirin û ji cihên xwe tên derxistin, di riyên koçberiyê de rastî her cure êrîşan tên.

Îşkence tecawiz dîlgirtin…

Lê belê di nava tiştên jin dijîn de, hûrgiliyên hîn tirsnak jî hene. Bi taybetî raporên li ser Efrînê tên weşandin vê rastiyê radixin ber çavan. Di raporek ku pêşkêşî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hat kirin de, li Efrînê binçavkirina kêfî, îşkence, tundiya zayendî û bingeha zayendî ya berfireh tên belgekirin. Rapor radixe ber çavan ku hejmarek zêde Efrînî rastî tundiya bi pergalî ya weke dîlgirtin, îşkence, tecawiz, kuştin û ji malên xwe bi zorê hatine derxistin. Li Efrînê li girtîgehên taybet an jî kampên kombûne êrîşên zayendî li dijî jinan tên kirin. Çiqas bi êş e ku li hemberî vê tundiya li dijî gel û jinên ku hewl didin di bin dagirkeriyê de bijîn, bêdengî zêde dibe.

Jinên ku hatine revandin

Li gorî daneyên Projeya Jinên Efrînê Yên Winda, di sala 2020’an de 88 jin û zarokên keç ên nasnameya wan tê zanîn û di nav wan de Êzidî û Elewî jî hene, ji aliyê komên ku Tirkiye piştgirî dide wan ve hatin qetilkirin. Ji 1'ê Çileya 2021'ê û vir ve 35 jin hatin berdan, ji bo 17 ji wan fîdye hat dayîn. 51 jin hê jî winda ne, yek hat qetilkirin.

 

Tiştên di raporê de cih digrin

Piştî dagirkirina artêşa Tirk û komên girêdayî wê, ji sedî 80’ê gelê Efrînê koçberî Şehba, Heleb, Kampa Şehba ya ku Rêveberiya Xweser piştre ava kir û  bajarokê Til Rifetê hatin kirin. Di pêvajoya dagirkeriya 3 salan de 400 hezar koçberên biyanî yên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê bi taybetî başûrê Idlibê, gundewarên başûr û rojavayê Helebê û Gûtayê hatin, li gund û navçeyên Efrînê hatin bicihkirin. Di êrîşan de 498 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Dîsa 82 kes bi îşkenceyê hatin qetilkirin. Di encama bombebaranê de 303 jê zarok û 213 jê jin zêdetirî 696 sivîl birîndar bûn. Di Herêma Efrînên de di 4 salên dawî de 8 hezar û 328 kes hatin girtin, revandin û ji îşkenceyan derbas bûn. Bi danayên dawî re, derket holê ku 94 jin hatine qetilkirin, 8 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane, 71 jin rastî îşkence û tecawizê hatine. 149 jin hatine revandin. Bêguman ev hejmar bi îmkanên kêm hatine bidestxistin û tê texmînkirin ku hejmara rastîn ji van daneyan zêdetir e. Ji derveyî vê tê diyarkirin ku bi agahiya Tirkiyeyê li dijî mêran jî tundiya zayendî hatiye pêkanîn.