158’emîn salvegera komkujî û sirgûna Çerkezan dê di mitinga li Yenîkapiyê de bê bîranîn

Cîgira Seroka Federasyona Komeleyên Kafkasyayê (KAFFED) Yasemîn Oral, beriya mîtînga 158’emîn Salvegera Komkojiya Çerkezan û Sirgûnê ya ku 21’ê Gulanê li Yenîkapiyê dê bê lidarxistin, ji ajansa me re axivî.

ELÎF AKGUL

Stenbol - Îsal 158’emîn salvegera Komkujî û sirgûna Çerkezan a 21’ê Gulana 1864’an dîroka ku hat ragihandin şerê Kafkasya-Rûsyayê bi dawî bûye û şerê dawî ya di nav sînorên Soçiyê yê roja me ya îroyîne de hatiye kirin.

Cîgira Seroka Federasyona Komeleyên Kafkasyayê (KAFFED) Yasemîn Oral a ji ajansa me re axivî, diyar kir ku ev dîrok di bîranînên kolektîf ên Çerkezan de agahiyek kronolojîk a hêsan îfade nake û wiha got: “Tê wateya komkojî û sirgûna bû sedem ku piraniya gelê Çerkez piştî ku li welatê xwe rastî êrîş û dagîrkeriyên bêhejmar hatin û zêdetirî 300 sal li hember Împeratoriya Rûsyayê li ber xwe dan, jiyana xwe ji dest bidin û li zêdetirî 30 welatan belav bibin.”

“Federasyona Rûsyayê muxatabê komkojiya îroyî ne”

Diyasporaya herî mezin a Çerkezan li Tirkiyeyê dijî. Yasemîn Oral, diyar kir ku bîranîna kolektîf a Çerkezan bi êşa vê windahiya mezin a mirovahiyê serwer e û wiha lê zêdekir: “Ne tenê bi windahiyên di şer de, şert û mercên dijwar, nexweşî û windahiyên li ser rêyên koçberiyê re jî têkildar e.” Yasemîn Oral axaftina xwe wiha da berdewam kirin:

“21’ê Gulanê ji bo me ne tenê dawîbûna şerek û bir anîna windahiyên me ye. 21’ê Gulanê sûcêk mirovahiyê ye ku kiryar û mexdûrê wê diyar in. Federasyona Rûsyayê ku bi nêzîkatiya xwe ya ji gelên herêmê re, bi polîtîka û sembolên dewletê ve di hemû aliyan de berdewam û mîrasgirê Împaratoriya Rûsyayê ye, îro bi awayekî eşkere muxatabê vê komkojiyê ye. Sirgûn jî bi lihevkirina Rûsyaya Çaritî û Împaratoriya Osmanî û bi piştgiriya Îngîltereyê pêk hat. Bandorên qirkirin û sirgûnê; bi wateyêk din 21’ê Gulanan îro hîn jî berdewam dike. Çerkezên ku ji welatê xwe hatine veqetandin vê carê jî li ser axa ku hatine aliyekî ve hem têkoşîna li jiyanê mayîne aliyekî ve jî berdewamkirina tekoşîna nasname, ziman û çanda xwe li bendê disekniya û ev têkoşîn îro jî berdewam dike.”

Çerkez dê daxwaza vegerandina mafê xwe bikin

Yasemîn Oral da diyar kirin ku di çalakiya 21'ê Gulanê roja Şemiyê saet di 16.00'an de li Qada Mitinge ya li Yenîkapiyê bê lidarxsitin de, ew e bi beşdarvanên ji gelek deverên Tirkiyeyê ve  ji “Federasyona Rûsyayê ya ku muxatabê komkojiyê ye, daxwaz bikin ku komkojî û sirgûna Çerkezan nas bike û daxwaza vegerandina mafên xwe di vî warî de bikin."

Yasemîn Oral wiha got: “ Bi vî re girêdayî em wekî Çerkez, Abaz, Çeçen û Osetiyên ku li Tirkiyeyê dijîn, em ê ji Komara Tirkiyeyê ya ku em hemwelatiyê wê ne, daxwazên xwe yên mafên demokratîk ên ji bo dabîn kirina şert û mercên pêwîst ên ji bo naskirina zimanê dayikê û nasnameya me bikin û daxwaza xwe ya ji bo naskirina serxwebûna Abhazya û Osetyaya Başûr parve bikin.”

Çi qewimî bû?

Komkojî û sirgûna Çerkezan ya ku ji aliyê Çerkezan ve bi navê Tsitsekun (ЦӀыцӀэкӀун, 'komkujiya hovane') jî tê zanîn. Tê texmînkirin ku di vê sirgûn û komkojiyê de herî kêm 625 hezar Çerkezên ku di sala 1860’î de şêniya wan bi qasî mîlyon û nîvê bû, jiyana xwe ji dest dane.

Nêzîkî 700 hezar şêniya mayî jî sirgûnî Împeratoriya Osmanî hatin kirin û îro li erdnîgariyên cuda û li welatên cuda yên cîhanê hewl didin hebûna xwe bidomînin.