Roja Jinên Afrîkayê: Jin wê îsal behsa 'pêşxistina aborî' bikin

Roja Jinên Afrîqayê ku ji bo naskirin û erêkirina rola rêxistina jinan a di bidestxistina azadiya siyasî ya Afrîkayê û başkirina rewşa civakî û aborî ya jinan de hat destnîşankirin, her sal di 31’ê Tîrmehê de li seranserê parzemînê tê pîrozkirin.

Navenda Nûçeyan - Di yekemîn konferansa Rêxistina Jinên Pan-Afrîkî (PAWO) ya di Tîrmeha sala 1962’an de li bajarê Dar es Salaam a bajarê Tanganyika (niha Tanzanya) hat lidarxistin de, biryar hat dayîn ku 31’ê Tîrmehê wek Roja Jinên Afrîkayê were pîrozkirin. Roja Jinên Afrîkî fersendek neteweyî, parzemînî û gerdûnî pêşkêşî dike ku nirx, armanc û vîzyona hevpar ji bo pêşerojê û rola girîng a jinên Afrîkî di pêşkeftina nasnameyek Pan-Afrîkî ya bihêz de bi bîr bîne û bipejirîne.

Rêxistina Jinan a Pan-Afrîkî

Di Tîrmeha 1962’an de, jinên Afrîkî yên ji çar aliyên parzemînê li Tanzanyayê di Konferansa Jinên Afrîkî de li hev civiyan. Ev konferansa yekemîn bû ku ji aliyê hemû jinên Afrîkayê ve hat lidar xistin. Jinên beşdar di konferansê de biryar dan ku ji bo serxwebûn û rizgariya ji nîrê kolonyalîzmê bi hev re bibin yek, nîjadperestî û cudahiyê bi hemû aliyên xwe ji holê rakin, piştgiriyê bidin tevlîbûna jinan a di qada siyasî de û ji bo maf û hiqûqê platformeke hevpar ava bikin.

Roj hat ragihandin

Ji 14 welatan jin û gelek rêxistinên berxwedêr beşdarî konferansê bûn. Salek beriya Rêxistina Yekîtiya Afrîkayê (OAU), rêxistinek nû ya bi navê "Yekîtiya Jinên Afrîkayê" hate damezrandin. Di vê konferansê de hat ragihandin ku wê 31'ê Tîrmehê weke 'Roja Jinên Afrîkayê' bê pîrozkirin. Di sala 1974’an de, navê Yekîtiya Jinên Afrîkayê hate guhertin û bû Rêxistina Jinên Pan-Afrîkî.

Armancên rêxistina jinan

PAWO rêxistinek e ku bi pênc ofîsên xwe yên herêmî li her 55 dewletên endamên Yekîtiya Afrîkî nûnertiya jinên li parzemîna Afrîkayê dike. Hin ji armancên rêxistina jinan wiha ne:

* Hewl didin ku beşdariya çalak a jinên Afrîkî di pêşkeftina sosyo-aborî û çandî ya Afrîkayê de misoger bikin,

* Berdewamkirina têkoşîna ji bo temsîliyeta jinan di mekanîzmayên biryargirtinê de,

* Ji bo xurtkirina jinê û ji holê rakirina her cure cudakariya li ser jinê têkoşîn bê dayîn.

Ji destpêka damezrandina xwe ve, çar welatan malvaniya navenda PAWO’yê kiriye: Malî (1962-1968); Cezayîr (1968-1986) û Angola (1986-2008). Ji sala 2008’an vir ve navenda vê rêxistinê li Pretoria, Afrîkaya Başûr e. PAWO di Yekîtiya Afrîkayê de xwedî statuya çavdêr e. Rêxistin ji Yekîtiya Afrîqayê alîkariya darayî werdigire û di encamê de piştgirî dide bernameyên ku ji hêla Yekîtiya Afrîkayê ve têne meşandin. Di 28’emîn Civîna Asayî ya Yekîtiya Afrîkayê ya di Çileya 2017’an de, biryar da ku PAWO statuya rêxistinek pispor bide. Di 21ê Sibata 2019’an de, di navbera Komîsyona Yekîtiya Afrîkî (AUC) û PAWO de ji bo bidestxistina wekheviya zayendî û bihêzkirina jinên li parzemînê hevpeymanekê hate îmzekirin.

Di Roja Jinên Afrîkayê de çi hat kirin?

Di sala 2021’an de, Roja Jinên Afrîkî bi dirûşma "Jinên Afrîkî di Huner, Çand û Mîrate de" hate pîroz kirin û wiha hat gotin: “Huner û çand du aliyên cûda yên heman tiştê ne. Ya yekem hilberîna hunerî û kolektîf pêk tîne ku rastiya çandî ya civakê nîşan dide, lê ya duyemîn civakê girê dide û bingeha ku sermaya civakî û mîratê li ser çêdibe pêk tîne.”

Îsal wê 60’emîn salvegera Roja Jinên Afrîkayê bê pîrozkirin. Yekîtiya Afrîkayê bi hevkariya PAWO'yê ji bo pîrozbahiyên ku wê di 31'ê Tîrmehê de bên lidarxistin dest bi xebatê kir. Mijara pîrozbahiyên îsal ev e "Ber bi Dehsalek Jinên Afrîkî: Pêkanîna Sermaya Mirovan a Jinan bi pêşkeftina bilez a civakî û aborî bi çareserkirina tundûtûjiyê, bêewlehiya xwarinê û xwarina baş li parzemîna Afrîkayê". 

Bi boneya vê rojê di tevahiya meha Tîrmehê de gelek çalakî tên lidarxistin.