Portreya Rojê: Zîlanê bi bombeya bêdena xwe hişmendiya mêr-dewletiyê hilweşand

Hîn dem hene ku hemû derewên li ser rastiyê mîna kirasekê derewîn hatiye dirûtin, mîna tozekê dirûxe...

Navenda Nûçeyan – Çawa ku gerdûn xwe bi teqînekê afirand, qadekê jiyanê ji hemû zindî û hebûnên li ser rûyê erdê ava kir; hîn teqîn jî hene ku mîna avakirina gerdûnekê, dibe avakera jiyanekê azad û bi rûmet. Lewra ev rastiya ku bi bombeya bedena xwe hemû hişmendiyên paşverû yên mêr-dewletê û birdoziya wî ya faşîzmê teqand, di kesayeta Zeynep Kinaci (Zîlanê) de şênber dibe.

Zeynep Kinaci ya ku bi navê Zîlanê di nav gelên azadîxwaz de tê nasîn di sala 1972’yan li Meletê hat dinê. Zîlan dibistana seretayî, navîn, amadeyî û zaningehê li Meletê xwend. Piştî ku li Zaningeha Înonu beşa Şêwirmendiya Derûnî û Derûnînasiyê xilas kir li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletê kar kir.

Dema ku dibistana amadeyî dixwend ji fikrên azadiyê û tevgera azadiyê bandor bû û di dema xwendina zaningehê de hezkirina wê ya li hemberî tevgera azadiya Kurdistanê hîn zêdetir bû. Zîlan a ku di sala 1994’an de li Edenê dest bi meşa xwe ya dirêj a têkoşîna azadiyê kir, salekê şûnde li Dersîmê beşdarî nav refên azadiya Kurdistanê bû.

Li hemberî aqil û hişmendiya mêr-dewletê, bû bersiva jin a azad

Li ser bingehê polîtîkayên komplo û tunekirina gelê Kurd di 6’ê gulana 1996’an de li Şamê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê êrişek komployê pêk hat û li ber avahiyek sê qatî teqînekê mezin pêk hat. Li hemberî êrişa ku di şexsê tevgera azadî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hat pêkanîn yekemîn pêngava berxwedanê ji Zîlanê hat. Lewra di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersîmê, li hemberî leşkerên tirk ên nûnertiya hişmendî û feraseta dagirkeriyê dikin, çalakiyek fedaî pêk anî û bi bombeya ku mîna dayîkek dû canî li bedena xwe girêdabû di nav leşkerên dagirker de bombeyên bedena xwe teqand. Ev çalakî li hemberî polîtîka û hişmendiya ku hebûna xwe di tunekirina gelê Kurd de dibîne bû bersiva herî mezin.

Di pêyama xwe de wiha got: “Têkoşîna me ya azadiyê ya di şexsê partiya me de bi pêş ket û her ku diçe ji bo gelên di rêya sosyalîzmê de têdikoşin dibe yekane çavkaniya hêviyê, yekemîn car e gelê bi giştî pêvajoya tunebûnê dijiya bilind kir û gihand cihê ku heq dikir.”

Bû nasnameya jin a azad

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a çalakiya Zîlanê û nameya wê ya “Ez dixwazim bibim xwedî jiyanek bi wate” mîna manîfestoya jiyana azad nirxand, ji bo wê wiha got “Ew fermandar e em jî şervanên wê ne.”

Zîlan a ku mîrateya têkoşîn û serhildanê ji Zarîfeyan, Besêyan hilgirt ji bo jin û gelê Kurd bû xeta azadiyê. Bi çalakiya xwe re bû diyardeya azweriya azadiya jinê, welatparêzî, dilsoziya kûr a ji bo axa xwe, hêrsa li dijî metîngeriyê, bû  helwesta jinên şoreşger.

Li ser xeta Zîlan, jin a Kurd ku bû artêş, bû partiyek, bi azweriyeke mezin a azadiyê xwe bi rêxistin kir. Li dijî zîhniyeta serdest a mêr, faşîzm û metîgeriyê bi têkoşîna xwe ya bi biryar bûye temînata  hemû azadiyan. Lewma Zîlan bû xet, nasname û kesayeta jin a Kurd a berxwedêr.