Lêgerîner û afrînerên jiyana azad Zehra, Hebûn û yadê Emîne (3)

Hebûn Mele Xelîl ku kesayeta xwe gihîştandibû asta sekna jinên azad, 21 salên têkoşîna xwe ji bo azadiya jinan derbas kir. Heta kêliya dawî ya jiyana xwe ji bo parastin û mayîndekirina şoreş, destkeftî û nirxên jinan rola xwe lîst.

Têkoşer Hebûn jiyana xwe kiribû xizmeta azadiya jinan

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Dewleta tirk di 23`ê Hezîranê de sê jinên siyasetmedar, welatparêz û çalakvan kir hedefa balafira bê mirov (SIHA). Komkujiya ku li gundê Helincê yê li Rojhilatê Kobanê pêk hat, di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan.

Têkoşer Hebûn Mele Xelîl ku 21 salên jiyana xwe ji bo şoreşa azadiya Kurdistanê û jinan kir feda, kedeke mezin di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de da.

Beşdarî serhildana ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû  Bediya Mele Xelîl bi nasnav Hebûn Kobanê, di 1981`ê de li gundê Helincê yê Rojhilatê Kobanê ji dayik bûye. Hebûn di nava malbateke welatparêz de ku di zanebûna rastiya Kurd, Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne, mezin dibe. Dema ku di 15`ê Sibata 1999`an de komployeke navneteweyî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, bi hezaran keç û xortên Kurd weke lehiyê beşdarî Tevgera Azadiya Kurdistanê dibin. Hebûn jî weke jineke ku di zanebûna rastiya jinan û neteweya xwe de bû, biryar dide û beşdarî nava refên Tevgera Azadiyê dibe.

Şoreşger pêşeng û fermandar bû

Hebûn weke gelek têkoşerên din ên ji Kobanê ku bi salan ji bo gelê xwe ked dan, xwedî kesayeteke bi berpirsyar, çalak, dilnizm, bihêz û zana bû. Ji ber vê ew di 1de, ked û xebateke mezin dide. Tovên hezkirina ax û welat roj bi roj di dil û rihê Hebûnê de şîn dibin ji lewre bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, di 19`ê Tîrmeha 2012`an de, vedigere axa ku lê ji dayik bûye û bi erka xwe ya şoreşgerî radibe. Hebûn weke keça şoreşê bi rengekî berpirsyar nêzî hemû destkeftiyan dibe û bi taybetî jî yên jinan. Ji ber vê di êrîşa çeteyên DAIŞ`ê ya di 2014`an de li ser Kobanê, ew di asta fermandariya YPJ`ê de beşdarî şerê hebûn û tunebûnê dibe. Ji destpêka şer û heta rizgarkirina Kobanê, di 26`ê Çileya 2015`an de, bênavber şer dike û navê xwe di nava rûpelên vê destanê de dinivîsîne.

Têkoşînê ji gelek aliyan ve da meşandin

Piştî rizgarkirina Kobanê û destpêkirina xebatên jinûveavakirinê, Hebûn cihê xwe di nava xebatên civakî û rêxistinî de digre. Berpirsyariya perwerdekirin û rêxistinkirina civak û jinan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digre ser xwe. Tevî ku têkoşer Hebûn di 2016`an de bi nexweşiya penceşêra pêsîrê dikeve û di encamê de yek tê jêkirin jî ew têkoşîna xwe ranawestîne û heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi îsrara serxistina armancên xwe têdikoşe.

Berdevka Kongreya Star a navçeya Şêranê Selama Etî ku li gel Hebûn Mele Xelîl demek kar kiriye, behsa sekna Hebûn û armancên komkujiyê kir.

"Dilê wê bi xebatên jinan re bibû yek"

Selama Etî di destpêka axaftina xwe de taybetmendî û kesayeta têkoşer Hebûn bilêv kir û got: "Em rastî salvegera komkujiya Helincê tên ku ji bo me hemû jinan bûyereke bi êş e. Di vê komkujiyê de ji rêveberiya me Hebûn Mele Xelîl jiyana xwe ji dest da. Şehîd Hebûn demeke kurt bû derbasî Şêranê bibû lê hemû kêliyên ku me bi hev re derbas kirin xwedî wate bûn. Ew xwedî sekneke wisa bû ku me roj bi roj tiştek jê digirt û guhertin di kesayeta xwe de çêdikir. Hezkirina wê ji xebatên jinan re gelek bû ku wê her dem dianî ziman, ji ber vê ew beriya me hemûyan jî dihat navendê û dest bi kar dikir. Dema me sibehê plansazî çêdikir ji me re digot ku divê em derbasî hemû gundan û malan bibin, êş û têkoşîna jinan yek bi yek bizanibin. Her wiha digot ew xemgîn e ku heta niha hê jin bindest in, xwe ji hişmendiya baviksalar rizgar nekirine, bê hêz û bawerî ne. Ji ber vê wê dixwest van jinan perwerde bike û riya azadiyê nîşanî wan bide."

"Di nava civakê û jinan de bi bandor bû"

Selama Etî di domandina gotinên xwe de wiha behsa bîranîna xwe kir: "Kesayeteke civakî, dilnizm û bi moral bû, ji ber vê diçû ku derê suhbet li gel zarokan, jinan, extiyaran dikir. Dema ku didît kes ji me bê moral e, em bi xwe re dibirin da ku me ji wê derûniyê derbixe. Me weke endamên navendê gelek caran li hev nekiriye ku kî ji me li gel şehîd Hebûn derkeve kar, ji ber bi rastî jî mirov xwesteka wê ya azadiya jinan di dil, rih û mêjiyê wê de didît. Tevî ku nexweşiya wê jî hebû, dîsa bênavber xebat dikir. Heta em piştî şehadeta wê hîn bûn ku nexweş bûye, ji ber ku wê ji me re diyar nedikir da em pê bi bandor nebin. Wê 24 seatên xwe di nava civakê û jinan de derbas dikir, kombûnek li ku derê bidîta, diçû li wir li gel wan rûdinişt û mijarên têkoşîn û rêxistinbûna jinan vedigot."

"Em ê derfet nedin dijmin bigihîje armanca xwe ya li pey komkujiyê"

Berdevka Kongreya Star a navçeya Şêranî Selama Etî herî dawî  peyama xwe ya li dijî komkujiya Helincê wiha anî ziman: "Dijmin ji jinên ku xwe bi bîrdoziya Rêber Apo bi pêş dixin û pêşengiyê ji gel re dikin, ditirse. Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku îro li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûye, bi saya jinên wiha gihîşt vê astê ku dewleta tirk û gelek hêzên din jî rojane gefan lê dixwin. Dijmin dixwaze me veguherîne jinên kole, bindest, ên di hundirê malê de ne û tenê xizmeta mêr dikin. Me bi vê komkujiyê re soza xwe bi qasî êşa xwe nû kir, me soz da ku em ê ji bo pêkanîna armanca hersê şehîdan têbikoşin û derfet nedin ku dijmin bigihîje mebesta xwe. Tiştê ku dijmin nexwest bi riya Zehra, Hebûn û dayika Emîne pêk were, em ê bi cih bînin. Vîna me bihêz e, em di zanebûna armanca xwe de ne û têkoşîna me bilind e."