Pirtûka Rojê: Rojnivîska Helîn Murat: Jiyana bi evînî

Rojnivîska Hêlîn Murat (Nurten Kiliçarslan) a di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê Rojnameya Newaya Jin ve hat berhevkirin û ji bo weşanê hat amadekirin. Di pirtûka ku bi giştî ji 5 rojnivîsan pêk tê de, du çîrok jî heye.

Navenda Nûçeyan- Rojnivîska endama Meclisa Leşkerî ya YJA Star û Konseya Rêveber a PAJK'ê Hêlîn Murat (Nurten Kiliçarslan) a di Nîsana 2017'an de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê Rojnameya Newaya Jin ve hat berhevkirin û ji bo weşanê hat amadekirin. Pirtûka bi navê “Her rojnivîskek jiyana bi evînî ye” ku ji aliyê Weşanxaneya Meyman ve hat çapkirin, ji 5 rojnivîsên ku Helîn Murat di navbera salên 1998-2016’an de nivîsandine pêk tê. Di pirtûka ku ji 366 rûpelan pêk tê de, du çîrok jî hene.

Hêlîn Murat a ku di sala 1998'an de çû Şamê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li vir dest bi nivîsandina rojnivîskê kir, hemû kêliyên mucîzevî yên xwezayê, di rojnivîska xwe de nivîsand. Helîn Murat behsa bêhna axê, rengê cur be cur ên pelan, ba, ewr, bêhna berfê, zinarên mor, çivîkan, kêzikan, rûbaran, gir û kaniyan di rojnivîska xwe de dike, rêhevalî, zanist, dîrok û ya herî girîng jî behsa azadiyê dike ku hestek çawa ye.

Mirov bi pirtûkê re li hemû deveran digere

Helîn Murat a ku ji helbestvanê mezin ê Şîlî Pablo Neruda heta Shakespeare, ji Nietzsche heta Yaşar Kemal, ji Mehmet Uzun heta Murray Bookchin, ji Nazim Hikmet heta Sokrates gelek pirtûkan dixwîne, eleqeya xwe ya ji fizîka kuantûmê jî di rojnivîska xwe de daye xuyakirin. Helîn Murat a ku nêzîkatiya xweza-jinê bi qenciyê re yeksan dibîne, Bradostê, Qela Qumrî ya li Qaşûra ye, Kêşanê, Qela Babil a Garê, gundên Asûrî yên Metînayê, gundên Keldanî yên Heftanînê, Xabûr, Zap, Lolanê, heybeta Zendûrayê, Xinêre, Xakûrkê, gundên Zagrosê yên Asûrî û Ermeniyan, Kela Perîxanê, Cîlo û bi dehan cih û warên dîrokî ewqas xweş aniye ziman ku, hûn hîs dikin dibêjin qey wan gavan wê we avêtine.

Di nivîsa dirêj a meşa gerîlayan a ber bi cihê pîroz ê Êzidiyan a Laleşê vedibêje, hûn germahiya çolê hîs dikin û bêhemdî hûn hewl didin toza ku li derdorê radibe, bikşînin. Hêlîn Murat hevalên xwe yên sax û şehîd bûne jî qet îhmal nekiriye. Di dilê xwe yê mezin de cih daye wan.