Pirtûka Rojê: Şîkefta Fîlozofiye

Baran û Dîlan Cêwîk in. Her du zarok rojeke Newrozê didin pê keskesorê ku xezîneya di bin serê wê de bibînin û ji xwe re bînin.

Navenda Nûçeyan - Baran û Dîlan Cêwîk in. Her du zarok rojeke Newrozê didin pê keskesorê ku xezîneya di bin serê wê de bibînin û ji xwe re bînin. Ew li pê keskesorê gelekî ji gundê xwe bi dûr dikevin û li ser girekî xwe digihînin serê keskesorê. Serê keskesorê li ser devê şikeftekê ye û her du zarok dikevin vê şikeftê. Di şikeftê de heft jê li alîyê rojhilat û heft jê li alîyê rojava çardeh derî hene. Her derîyekî şikeftê zarokan dibe demeke dûr ba fîlozofinan û giregirine dîrokê. Kalên Zerdeştî, Enkîdû û Gilgamêş, Hermes Tût, Manî, Ehmedê Xanî, Rabîaya Bedew û Mazdek li pişt derîyên li alîyê rojhilat û Perîandros û Pîttakos û Khîlon û Bîas û Thales li pişt derîyê yekemîn ê li alîyê rojava pêşwazîya zarokan dikin. Wekî din li pişt derîyên din ên li alîyê rojava jî gelek fîlozof û giregirên dîrokê pêşbazîya wan dike. Dîlan û Baran dê li pişt van derîyan, li pê Rastî û Ronayîyê herin û hînî gelek ramanên felsefî bibin.

Jiyana Leyla Atabay

Nivîskar Leyla Atabay di sala 1978'an de li gundê kela Dergezînê yê Ebaxa Wanê hatiye dinê. Di dawiya 79'an de malbat bar dike diçe navenda Wan3e û ew li wê demê mezin dibe. Atabay dibistana seretayî û navîn li Wanê dixwîne. Di sala 1997'an de tê girtin û hê jî girtî ye. Atabey ku niha li girtîgeha Elbistanê ye berî vê pitûkê di sala 2014'an de bi navê "Konjokturel Kimlik, Said-î Kurdî, Said-î Tirkî, Said-Î Erebî"  (Weşanên Sîtav) pirtûkek bi tirkî nivîsanriye. Pirtûka "Şikefta Fîlozofîyê" yekemîn pirtûka wê ya bi kurdî ye. Li aliyê din Lîsê ligel vê pirtûka çîrokan, pirtûkek wê ya din bi navê "Kendini Unutan İnsan" ku pirtûkek lêkolînî jî weşandiye.