Berxwedana ku mora xwe li dîrokê da: Kobanê

Kobanê bi berxwedana xwe ya dîrokî bala hemu cîhanê kişand û berxwedana 134 rojan ji bo hemu gelan bû hêvî.

Navenda Nûçeyan – Berxwedana Kobanê îro rewşa şênber a jiyana hevpar bi hemu xetên xwe nîşanî gelan dike. Gelekî ku ji bo azadiyê şer kir di nav 134 rojan de rûxmê hemu tarîtiyan dengê xwe gihand. Kobanê ya ku îro hê di bin êrişan de ye, tovên jiyana nû di kêliyên berxwedanê de rişand.

Di meha Adarê ya 2011’an de protestoyên ku di bin navê ‘Bihara Ereban’ de destpê kir û carekê de belav bû, veguherî pevçûn û dagirkeriya ku bû sedema hilweşînên mezin.

Di sala 2014’an de DAIŞê bajarê Reqa yê Sûriyê dagîr kir û di 8ê Hezîranê de bajarê Mûsilê yê Iraqê bi dest xist û devereke berfireh xist bin kontrola xwe. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir û li dijî Êzidiyan komkujî pêk anî. Dema ku 15’ê Îlona heman salê hat, Kurdên ku herêmên xwe bi avakirina kantonan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastin, bûn hedef. Mîna bajarên din ên Sûriye-Iraqê, DAIŞ’ê jî di demeke kin de hewl da Kantona Kobanê bigire, lê li vir rastî yek ji berxwedanên herî mezin ên dîrokê hat.

Berxwedanê li hemû cîhanê deng veda

Di êvara 15’ê Îlonê de bi sedan çeteyên DAIŞ’ê bi tank û topan êrîş birin li ser YPG/YPJ’ê yên li hemberî hemû êrîşan li ber xwe didin. Şervanan li dibistana gundê ku lê bi cih bûbûn 24 saetan li dijî êrîşan li ber xwe dan. Fermandarê Şervanan Rodî Efrînî bi rêya radyoyê peyama xwe ji fermandariya YPG/YPJ’ê re şand û got, “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û em ê nehêlin dijmin derbas bibe. Em dizanin ku em ê şehîd bibin, lê yên ku dê rêya me bimeşînin hene." Ev biryardariya şervanan weke destpêka berxwedanê hate nirxandin. Berxwedana bi sedan mirovên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan bi taybet Arîn Mîrkan li hemû cîhanê deng veda.

Bi peyama Abdullah Ocalan re berxwedan mezin bû

Ji ber ku êrîşên 22’ê Îlonê bi hemû leza xwe berdewam kirin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, “Ketina Kobanê tê wateya hilweşîna tevahiya Kurdistanê. Piştî nirxandina “Divê her kes li gorî vê rastiyê tevbigere” û banga ku mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd Kobanê ye, Kurdan berê xwe dan Kobanê. Peyama Abdullah Ocalan ji bo berxwedêran moral bû, ev yek jî bû sedem ku hemû cîhan vê berxwedanê hembêz bike.

Xwepêşandan piştgiriyek navneteweyî anî

Li gel peyama berxwedanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li dijî hevkariya leşkerên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên mil bi mil li ser sînor xuya kirin û li dijî gotina Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan a “Kobanê ket, wê bikeve” gel daketin qadan. Li gelek welatên cîhanê bi taybet li Tirkiyeyê li dijî Kobanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Piştî van xwepêşandanan û têkçûna DAIŞ’ê, hêzên hevpeymaniya navdewletî li hinek deveran tevlî şer bûn.

Têkçûna DAIŞ’ê

Li Kobanê berxwedana 134 rojan hat jiyîn. Kobanê di 26'ê Çileya 2015'an de bi saya berxwedanê bi temamî ji DAIŞ'ê hat paqijkirin. Ev encama li Kobanê têkçûna yekem a DAIŞ’ê bû. Li Kobanê bi sed hezaran kesên ji bawerî û gelên cuda berxwedan hembêz kirin û ji bo azadiyê têkoşiyan. Di berxwedana ku bi rojan dewam kir de hebûna şervanên jin bala her kesî kişand ser xwe. Tişta ku li Kobanê qewimî bû mijara stran, fîlm û belgefîlman.

Roja Kobanê ya Cîhanê

Bi bangawaziya bi hezaran kesî ku di nav de xwediyên Xelata Nobelê ya Aştiyê, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û nûnerên saziyên sivîl ên çar aliyên cîhanê jî hene, ji bo piştgiriyê bidin vê berxwedanê 1'ê Mijdarê weke "Roja Kobanê ya Cîhanê" hat îlankirin. Gelê Kobanê jî bi berxwedana xwe ya li dijî DAIŞ’ê nîşanî gelên cîhanê da ku jiyaneke nû pêkan e. Di çarçoveya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de her sal gel li her derê dadikevin qadan û vê berxwedanê silav dikin. Ji bo Kobanê herî kêm li 30 welat û bi sedan bajarên 5 parzemînan çalakî tên lidarxistin û êrîşên li dijî gelê Kurd tên protestokirin.

Bûyerên Kobanê li Tirkiyeyê çawa dest pê kir?

Di mehên Îlon û Cotmeha 2014'an de bi dijwarbûna êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û banga berxwedanê re, li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên piştgiriyê hatin lidarxistin. Piştî berxwedana Kobanê ya li Tirkiyeyê, pêvajoyeke cuda bi rêya darazê dest pê kir. Siyasetmedar ji ber çalakiyên Kobanê hatin darizandin û girtin. Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 20 jê girtî 108 siyasetmedar bi îdiaya “Gel herikandin kolanan” bi sûcdarkirina “Yekîtiya welat parçe kirine” tên darizandin. Li gorî rayedaran, di bûyerên ku li 35 parêzgeh û 96 navçeyan di xwepêşandanên bi navê “Bûyerên Kobanê” de qewimîn, 37 kes jiyana xwe jidest dan û 761 kes birîndar bûn. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di navbera 7-12'ê Cotmeha 2014'an de li tevahiya welêt 46 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Lêpirsîna ku di sala 2014an de dest pê kir, di sala 2021’an de veguherî dozê.

Doz piştî 7 salan dest pê kir

Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan, ji ber banga çalakiya kolanan a têkildarî mirina di berxwedana Kobanê de HDP'ê sûcdar kir. Der barê Hevserokên HDP'ê, endam û rêveberên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) de serlêdanên sûc hatin kirin. Ji ber lêpirsînan der barê HDP’yîyan de rapor hat amadekirin. Piştî van bûyeran parêzbendiya wekîlên HDP'ê derket pêş. Di 20’ê Gulana 2016’an de li Meclîsê bi piraniya dengan parêzbendiya parlamenteran hat rakirin. Parlamenterên HDP'ê yên ku parêzbendiya wan hatibû rakirin, di 4'ê Mijdara 2016'an de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û girtin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê 108 HDP'yiyan de bi hinceta parvekirinên HDP'ê yên Kobanê yên li ser medyaya civakî îdîaname amade kir.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya derbarê bûyeran de 17 siyasetmedarên HDPê di 2’yê Cotmeha 2020’an de hatin girtin. Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriyê ve di 30’ê Kanuna 2020’an de hat amadekirin di 7ê Çileya 2021an de ji aliyê 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin.

Di doza ku 26’ê Nîsanê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir de 108 siyasetmedarên HDP’ê ku 20 jê girtî ne, tên darizandin.

Siyasetmedarên jin çi gotin?

Jinên ku ji destpêkê ve doza Kobanê diparêzin axaftinên ku ji her kesî re bûne derseke navneteweyî kirin. Siyasetmedarên jin, diyar kirin ku têkoşîna Kurdan û demokrasiya Kurdan hedef hatiye girtin, diyar kirin ku bi dagirkirina Kobanê re azadiya Kurdan jî hatiye hedefkirin, lê desthilatdarî nekarîn bigihêjin armancên xwe.

Beşek ji parêznameyên siyasetmedarên di çarçoveya dozê de tên darizandin wiha ne:

Sebahat Tuncel

“Ji sala 2015’an û vir ve zextên sîstematîk ên li ser saziyên Kurdan roja îro hûnandin.

…Her tişt siyasî ye, wek vê rewşê. Ev jî di pêvajoya dozê de xuya dike. Di pêvajoya piştî amadekirina îdianameyê de, em dikarin belgeyên hatin û belgeyên ku her ku diçe dosya zêde dibin bi zelalî bibînin. Hûn nikarin pirsgirêka Kurd li salonên dadgehê çareser bikin. Erdogan çi dibêje 'Me ew pirsgirêk çareser kir' dibêje. Çi kir, du kurd xistin kabîneya xwe. Gelo wan pirsa Kurd parast, mafên destûrî parastin? Wan her du wezîrên Kurd ji bo eşkerekirina rastiyê çi kirin? Doza Musa Anter berdan, ma ketin pey wî? Çawa hûn ê 40 mîlyon Kurdan nebînin? Em her tim li kêleka kesên heq û yên ji aliyê dewletê ve tên paşguhkirin bûn, lewma em di van rîwayetan de tên darizandin. Helbet wê rojekê sûcdarên rastî derkevin holê û berpirsyarên Apê Musa jî derkevin holê. Di vê dosyayê de ev qas kes ji mafê jiyanê hatine bêparkirin, kê ew girt? Berpirsiyarên rastîn hêj nehatine dîtin. Bi vê rewşê hûn dixwazin rastiyê veşêrin. Ger hûn di darazê de dadperwer bûna, weyê AKP’yiyên wê demê bînin. Hemû belgeyên ku tên ji bo armanceke siyasî xizmetê dikin. Dozger Altun nikarîbû temam bike û hûn dixwazin kêmasiyên li vir temam bikin û ceza bikin.”

Gültan Kışanak

"Dibe ku hûn bixwazin di vê senaryoyê de bibin lîstikvan, lê em ê nekin. Em ê bi berdewamiya parastina aştî, demokrasî û mafên jinan vê îdianameyê li we vegerînin. Ji destpêka vê dozê ve we du biryar der barê binçavkirina me de girtin. Du nûçeyên di biryarê de li ser min hatine nivîsandin, îfadeyên Hevserokên me yên dema ez di girtîgehê de bûm. Sê ji wan îfadeyên endamên partiya me yên dema ez girtî bûm. Ji nûçeyên mayî pênc yek in.

Hûn kurdan dema ku pêwîst be wek reaksîyoner, dema ku pêwîst be wek terorîst dinirxînin. Em van rengdêran hemî vedigerînin yên ku wan ji me re vedibêjin. Em Kurd in, eger hûn vê qebûl bikin, mafên mirovan qebûl bikin, pirsgirêk namîne.”

Ayla Akat Ata

“Mafê me yê destûrî ye ku em gel li kolanan derxin, lê me hêzên çekdar neanîn wê kolanê. Em dizanin kî çi dike. Pêvajoya çareseriyê ji bo pîroz bû, lê me nekarî em wê biparêzin.

…Wezîrê navxwe yê vî welatî behsa girtina parantezê dikir, eger hişmendiyeke dîrokî hebûya dê vê peyvê bi kar nedianî. Lê na, haya xwe ji dîrokê tune ye, pirsgirêka hemû AKP'yiyan girtina parantezê heye. Ma ew qas hêsan e? 30-40 sal hesab dikin. Gelo ev çend kes pişta xwe didin derd û kulên welatê xwe?

Serokwezîr ku di sala 2015'an de got 'Pirsgirêka Kurd heye' piştî bû Serokkomar got 'Pirsgirêka Kurd nîne'. Cenaze li her derê vî welatî diçin, her roj nexşeyan digirin û li ser serê xwe şîroveyan dikin. Têgihiştina ku îro Pêvajoya Çareseriyê bi dawî kir û me di vê dozê de mehkeme dike, yek bask li dijî Dehak e. Dehakek heye ji ber ku bi ser ketine xwîna ciwanan vedixwe.”

Fîgen Yüksekdag

“Ji derveyî bikar anîna mirina kesên ku jiyana xwe jidest dane, we tiştek din nekir. Tiştên ku me îro got, me beriya 6 salan jî gotibû. Divê mekanîzmayên serbixwe van sûcan lêkolîn bike. Ev bûyer di dîroka Tirkiyeyê de mînaka duyemîn e ku Destûra Bingehîn hat binpêkirin. Mînaka yekem doza Yassıada ye. Doza Yassıada niha ji aliyê hikûmeta Sarayê ve tê kopîkirin ku qaşo xwe wek mexdûrê Yassıada dibîne.”

Zeynep Olbecî

“Bi vê dozê hewl didin me bitirsînin û dozek siyasî ye. Gelek caran li ser jina Kurd hewl dan, lê em natirsin û paşve nagerin. Ji ber ku em rast dibêjin. Dema Erdogan digot “Kobanê dikeve” DAIŞ’ê jinên Êzidî direvandin. Me berê zilma li ser jinên Kurd qebûl nedikir, îro jî çewisandina hemû jinan qebûl nakin. Ji ber vê yekê çi ji destê me bê ez ê bikim, ger bixwazin bila bi salan wan bixin girtîgehê.”

Emîne Ayna

"Em hemû encam in. Bûyerên Kobanê û PKK'ê hemû encam in. Sedem jî înkarkirina Kurdan e. Kurd ji xwe ve serî hilnadin. Ji ber mafên xwe serî hildidin. Beriya 1980'î li Kutahya Di deftera min de 'Kurdên pîs' nivîsand, avêtin ser avahiya bavê min û hilweşandin. Bombeyek avêtin mala me. Birayê min guhê xwe winda kir. Polîsan ji me re gotin, 'Em nikarin ewlekariya we bikin, ji Kûtahyayê derkevin'. xeyala afirandina siberojekê? Divê em van tiştan ji we re bibêjin. Ma em ê bi we re nîqaş bikin?"