23’ê Hezîranê: Sê pêşengên jin hatin qetilkirin

Navenda Nûçeyan - Jina kurd a bi felesefe û birdoziya azadiyê xwe birêxistin kiriye û li ser hîmê jiyaneke ezad dimeşe di tevahî dîroka me de bûye tirs û xofa herî mezin a di dilê faşîzmê de. Lewra yek ji pênaseya herî kûr a vê tirsê komkujiya Hêlincê ye.

Di 23'ê Hezîrana 2020'an de firokeyek bêpîlot a dewleta tirk a dagirker maleke sivîl li gundê Helencê yê başûrê rojhilatê Kobanê bombebaran kir, di encama bobebaranê de endamên Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl û her wiha xwediya mala ku hatiye hedefgirtin Emîne Weysî şehîd bûn.