“Vekirina cihê şûştina wesayîdan plana salek berê bû”

Jina ciwan Kurdistan Cemal a bi avakirina cihê şûştina wesayîdan têgihên serwer ên civakê hildiweşîne, ji bo jinan jî derfeta kar ava dike ku bikaribin debara xwe bikin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepce – Yek ji projeyên xeyalên zaroktiya Kurdistan ew bû ku bibe xwedî karê xwe. Ji bo vê yekê salek plan çêkir piştî salekê Kurdistanê dikaribû projeya xwe ya şûştina wesayîdan bixe meriyetê û niha bi xwe karê xwe dike, li gel wê jî jîn kar dikin, bi vî karî dikarin dahata jiyana xwe bikin.

Kurdistan Cemal a xelkê Helepçeyê û xwedî dîploma ye diyar kir ku bi xwe hez dikir bibe xwedî karê xwe û wiha got: “Piştî ku min xwendina xwe temam kir, min gelek dixwest bibim xwedî karê xwe bi xwe û fikrên vekirina cihekî şûştina wesayîdan ev salek bû di mejiyê min de hebû lê belê derfeta min tunebû û niha min plana xwe xist pratîkê. Ez beşdarî gelek semînerên der barê karê serbixwe de bûm. Ji bo kesên ku bixwazin bibin xwedî karê xwe divê der barê karê serbixwe de beşdarî gelek semîneran bibin û gelek lêkolînan bikin. Niha ez karê xwe bi xwe dikim û malbata min jî piştgiriya min dike.”

“Li Helepceyê jina yekem a vî karî dike ez im”

Kurdistan gelek bi karê xwe keyfxweş e û ji saet heftê sibehê heta 11’ê şevê cihê wê yê kar vekiriye û bêyî ku biweste kar dike li ser vê yekê wiha got: “Ez dixwazim karê xwe hîn berfirehtir bikim, ji derveyî min du jin din jî li gel min kar dikin. Ger dahat kêm jî be ez bi xwe alîkariya wan dikim ku bikarin dahata jiyana xwe pêk bînin. Ez gelek kêfxweş im ku bi hemû astengiyan min dikaribû karê xwe bikim û daxwaza min ew e ku di demên pêş de beşa şûştina mehfûrên malan û bi taybetî xizmeta ji malan re vekim û karê xwe berfireh bikim.”