Li Tirkiyeyê ji 100 jinan tenê 18 jin qeydkirî dixebitin

Li Tirkiyeyê di çaryeka duyemîn a sala 2022’an de, ji 100 jinan tenê 18 jin qeydkirî û di îstihdama tam wext de ne, bêkariya jinên ciwan sedî 48 derbas kir.

Navenda Nûçeyan – Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) Rapora Dîtina Bêkarî û Îstîhdamê (2022’an a Çaryeka 3’emîn) weşand. Li gorî vê yekê, îstîhdama tam wext a qeydkirî tenê 21,6 mîlyon e. Ji 64,7 mîlyon kesên di temana kar de tenê 21,8 mîlyon kes qeydkirî û îstihdama tam wext de dixebitin. Di çaryeka duyemîn a sala 2022’an de hejmara bêkarên pênaseya berfireh 7,7 mîlyon derbas kir, ji her 100 jinan tenê 18 jin qeydkirî û di îstihdama tam wext de cih digre. Bêkariya ciwanan ya rast ji sedî 36,6 û bêkariya jinên ciwan jî ji sedî 48,4 e.

Rêjeya îstîhdamê ya fermî a TUÎK’ê di çaryeka 3’emîn a sala 2022’an de wek ji sedî 47,5 hat eşkerekirin, rêjeya Îstihdaha Qeydkirî ya Tam Wext ya (KATİ) ku ji aliyê DÎSK-AR’ê ve li gor daneyên TUÎK’ê hat hesabkirin, wek ji sedî 33,7 pêkhat. Di jinan de rêjeya îstîhdama fermî ji sedî 30,5, rêjeya KATÎ’yê ji sedî 18 û di mêran de rêjeya îstîhdamê ya fermî ji sedî 65, rêjeya KATÎ’yê jî ji sedî 49 hat hesibandin.

Li gorî hesaba ku ji daneyên TUÎK’ê hatin hesap kirin, di ciwanan de pênaseya berfireh a bêkariyê di asta ji sedî 36,6 de pêkhat. Di jinên ciwan de jî rêjeya bêkariyê ji sedî 48’ê derbas kir.