Li Iraqê jin di jiyana kar de rastî cihêkariyê tên

Li Iraqê li cihên kar jin rastî nêzîkatiyên nebaş û cihêkariyê tên. Tevî ku peymana navneteweyî ya di vî warî de hatiye îmzekirin heye jî nayê pêkanîn.

NUR AL-MERSUMÎ

Bexda - Li Iraqê rêjeya jinan bi giştî ji sedî 49’an pêk tê. Jinên ku nîvê welat pêk tînin, di bazarên kar de tenê ji sedî 15 hene. Jinên ku beşdarî jiyana kar bûne ji ber di qada ku tê de pispor in de nikarin kar bibînin, di sektorên cuda de kar dikin û di jiyana kar de rastî hemû binpêkirin û cihêkariyê tên.

Jinên di sektorên taybet de kar dikin, di warê xebatê de rastî gelek zehmetiyan tên. Yek ji pirsgirêkên herî mezin ku jin di jiyana kar de rast tên ji aliyê yên ku kar dide ve li hemberî terfîkirinê şantajên zayendî dikin. Li gorî rapora banqeyên cîhanê, li Iraqê ji her 3 jinan yek rastî tacîza bi gotinî, ji her 5 jinan yek jî rastî tacîza fizîkî tê.

‘Jin di jiyana kar de weke amûr tên dîtin’

Sama Îsmail xwedî dereceya lîsansa perwerdeya bedenê ye wiha got: “Ez ji ber xebatê gelek zehmetiyan dikşînim. Ji ber ku di sektorên taybet de rastî pirsgirêkan têm, beriya 10 salan min dereceya lîsansa perwerdeya bedenê girt. Di jiyana kar de weke amûr li jinan tê nihêrîn. Hikumeta Iraqê divê li gorî qadên pisporî derfetên kar bide û kesan tayîn bike.”

‘Di şîrketên taybet de tacîz zêde ye’

Sama Îsmail bal kişand ku di bazarên kar de jin rastî astengiyan tên û got: “Di sektorên taybet de jin rastî astengiyên din jî tên. Hevalên min hene ji wan hatiye xwestin ji bo qezenckirina muşteriyan bi awayek ne guncaw kar bikin. Di şîrketek ji gel re vekirî de hevalek min ku dixebitî neçar ma dest ji kar berde. Ji ber bûyerên zêde yên tacîzê em di şîrketên taybet de naxebitin. Jin rastî tacîz, binpêkirin û şantajê tên. Di cihên wisa de ne gengaze ku jin bixebitin.”

Sama Îsmail diyar kir di pereyê ku jin û mêr digrin jî wekhev nîn e û got: “Dema ku li mala zarokan ez dixebitîm, tevî saetên zêde yên xebatê jî min pereyek kêm digirt. Di mijara xercê de di nava saziyan de ferqek gelek mezin heye. Divê jinên ku di sektorên taybet de dixebitin ewlehiya wan a civakî hebe, li aliyê din bûyerên tacîzê bi dawî bibin û saetên kar werin kêmkirin. Divê aliyên pêwendîdar erka ku dikeve ser milên wan pêk bînin.”

‘Jin rastî binpêkirinan tên’

Aya Abdel Basset ku beşa perwerdeya taybet temam kiriye bi bîr xist ku jin di jiyana kar de rastî cihêkariyê tên û got: “Li cihên kar ne tenî di aliyê xercê de, cihêkariyek ku bandorê li saetên kar jî dike heye. Piranî jin ji derveyî saetên xwe tên xebitandin, ji ber aliyên pêwendîdar saziyên eleqedar kontrol nakin karkerên jin ên ku dixebitin rastî binpêkirina mafan tên. Jinên ku van şert û mercan napejirînin ji kar tên derxistin.”

Her çendî ku Iraqê beyanmaneya mafên mirovan a gerdûnî ku hemû cureyên cihekariyê ji holê rakiriye erê kiriye jî jin di gelek warê jiyanê de rastî cihêkariyê tên. Iraq di nava 130 welatan de di aliyê îstîhdama herî kêm a jinan de di rêza 2’em de cih digre.