Li Dêrsimê Komxebata Çandinî û Kooperatîfê dest pê kir

Ji Komxebata Çandinî û Kooperatîfê ya ku ji aliyê Şaredariya Dêrsimê ve hat lidarxistin re ji gelek bajaran kedkar beşdar bûn.

Dêrsim - “Komxebata Çandinî û Kooperatîfê" ya ji aliyê Şaredariya Dêrsimê ve bi dirûşmeya “Ji ax heta ezman, li ser şopa jiyanê" hat lidarxistin, destpêkirin. Ji komxebata ku li Salona Konferansê ya Şaredariya Dêrsimê hat lidarxistin re ji gelek parêzgehên Tirkiyeyê kedkarên kooperatîfan beşdar bûn. Dema ku roja yekem a komxebatê ku dê du rojan berdewam bike, ji 6 rûniştinan pêk tê, dê sibê jî bi yek rûniştinê bi dawî bibe.

Di roja ewil a komxebatê ku gelek aborînas û pisporên çandiniyê amade bûn de, dê sernavên bi mijarên "Kooperatîf û xebatên hevpar", "Polîtikaya tov û çandiniyê", "Keda jin û kooperatîfan", "Xurek û polîtikayên xurek", "Rêveberiyên herêmî û kooperatîf" û “Polîtîkayên çandiniyê û qeyran” bên nîqaşkirin. Komxebata ku bi sedan kes beşdar bûn dê heta demjimêrên êvarê berdewam bike.

Her wiha daxwaza mayîna li avahiyên giştî ya mêvanên ku ji bo Komxebatê ji derveyî parêzgehê hatine jî ji ber hinceta “tadîlat”a Walîtiyê hat redkirin. Mêvanên hatine ji ber ku daxwaz nehat qebûlkirin li navçeyên girêdayî navenda bajêr man.